Rojane

Abonetiya rojnameyê bi kêfî tê astengkirin

Girtiyên ku li Girtîgeha Wanê dimînin daxwaza wan a abonetiya ji bo rojnameya Rojeva Medya bi gotina "di her rûpelekî wî de propaganda heye" tê astengkirin.

Nûçeyê bixwîne

Cenazeyek hat teşhîskirin

Cenazeyên ku ji Bedlîsê anîn Wanê yek hate teşhîskirin. Cenazeyê Enes Keçî ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.

Nûçeyê bixwîne

Pêngava 3'yemîn a Xezeba Firatê berdewam dike

Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, têkildarî pêngava 3'emîn a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirna Reqqa û Dêra Zorê daxuyanî da û diyar kir ku piştî ji ber rewşa hewayê hefteyek navber dabûn hamleyê dîsa dest pê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Pîlotê balafira Sûriyeyê ya ket hat dîtin

Pîlotê balafira Sûriyeyê ya kete çoltera Hatayê serê sibehê hat dîtin û rakirin nexweşxaneyê.

Nûçeyê bixwîne

Ji Girtîgeha Çorumê banga hestiyariyê

Girtiyê Girtîgeha Çorumê Îdris Ozdemir bi riya malbata xwe der barê rewşa girtîgehê de bang li cemaweriyê kir û wiha got: "Li vir her dem gefê kuştinê li me dixwin. Em zêde guh nadin wan. Lê em nizanin dê çi bikin?"

Nûçeyê bixwîne

Rêvebera TAJÊ: Barzanî bi van êrîşan nagêje armanca xwe

Endama Rêveberiya TAJÊ Dayê Bihar têkildarî êrîşa li dijî Şengalê diyar kir ku Erdogan û Barzanî bi van êrîşan tu caran nikarin vîna gelê Êzidxanê teslîm bigirin û wiha got: "Ji ber ku PKK’ê gelê Êzidî birêxistin kir, zane kir û kir xwedî vînek berxwedêr û tekoşer.”

Nûçeyê bixwîne

Çoltera Licê tê bombebarankirin

Çoltera gundê Mêrgê ya Licê ku qedexa hatibê îlankirin tê bombebarankirin.

Nûçeyê bixwîne

Ev ne stargeh in bîrên avê û şkeftên Xerabê Bava ne!

Bîrên avê, şkeft û şkeftên weke axur tên bikaranîn ne stargehên PKK'iyan e. Ev şkeft û bîrên avê dîrok, çand û erdnîgariya dewlemend a gundê Xerabê Bava ye.

Nûçeyê bixwîne

Kişanak ji bo Moosa peyama sersaxiyê: Em ê qet bê hêvî nebin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a girtî, ji bo wefata Essa Moosa yê parêzerê Pêşengê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, peyama sersaxiyê şand.

Nûçeyê bixwîne

'7 caran gundê me şewitandin, 7 hezar caran dibêjim 'Na'

Welatiyê bi navê Abdullazîz Bîlgîç ê ku leşkeran 7 caran gundê wan şewitandiye, diyar kir ku ew ê li dijî zilimkaran ne 7 caran 7 hezar caran bibêje "Na".

Nûçeyê bixwîne

Rupel 529 / 830