Li Wêranşarê, piştî teqîna li bajêr ji kesên hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin û her wiha 20 jê jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan
Nûçeyê bixwînePiştî ku li gundên Xeraba Bava û Talatê qedexe rabû, hilweşandina avahiyên dîrokî, şewitandina xaniyên welatiyan, talana amûrên şêniyên gundan û qetilkirina bi dehan sewalên gundiyan derket holê. Li gundê Xerabê Bava 3 avahî û gelek şikeftin ku weke axur tên bikaranîn hatine şewitandin û li gundê Talatê jî 6 avahiyên dîrokî yên du qatî hatine hilweşandin.
Nûçeyê bixwîneRûniştina doza Amine Demirtaş (17) a ji aliyê kekê xwe ve hat qetilkirin, îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Doz taloqî 16'ê Nîsanê hat kirin.
Nûçeyê bixwîneMîtînga ku dê Platforma 8'ê Adarê ya Îzmîrê di 5'ê Adarê de li dar bixistana ji aliyê Walîtiya Îzmîrê ve hat qedexekirin.
Nûçeyê bixwîneAbdi Aykut ê li gundê Xerabê Bava hat îşkencekirin, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ya lê tê ragirtin, ji ber xerabûna rewşa wî, ew rakirin nexweşxaneyê.
Nûçeyê bixwîneLi gundê Eyne ya Dihê operasyona ku 30 kes hatin binçavkirin li dijî Meclîsa Gun a ji 40 kesan pêk tê hat kirin.
Nûçeyê bixwîne2'yemîn rûniştina doza rojnamevan Zehra Dogan, li 2'yemin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Dadgehê 2 sal, 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Dogan birî.
Nûçeyê bixwîneLi 12 gundên Licê û Hezoyê "qedexeya derketina derve" hat îlankirin.
Nûçeyê bixwîneLeşker, polîs û tîmên taybet bi ser gundê Eynê yê navçeya Dihê ya Sêrtê de girt. Hat diyar kirin ku herî kêm 40 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Nûçeyê bixwîne