Rojane

Komîsyona Referandumê gundên Colemêrgê ziyaret kir

Xebatên referandumê li Colemêrgê bi ziyaret û civînên tax û gundan didome. Komîsyona Referandumê ya "Na" li mezraya Navguza civîn pêk anî. Gundiyê Navguza Haci Bapir Acar, diyar kir ku ev ax bi sedsalan e êrê dikişîne û ji bo ev êş bi dawî bibe xwest komîsyon bê navber xebatan bike.

Nûçeyê bixwîne

Doza parêzeran hat taloqkirin

Doza ku 22 parêzer tên darizandin piştî parastinan taloqî 7'ê Hezîranê hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Teqîna li Talatê tevahiya gund hejand

Qedexe û dorpêça li Gundê Talatê yê navçeya Nisêbînê 8 rojin didome. Di satên serê sibê de teqînek mezin pêk hat. Gundiyekî anî ziman ku xaniyên hatine xerakirin molozên wan bi kamyonên DSÎ derdixin dervê gund.

Nûçeyê bixwîne

10 caneze anîn Wanê

Cenazeyên 10 HPG'iyên ku hat îdiakirin li geliyê Şêx Cuman a Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî Şaredariya Stewrê kirin

Qeymeqamê Stewrê Îdrîs Koç weke qeyûm tayînî Şaredariya Stewrê hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredarê Elkê Ataman hat binçavkirin

Hevşaredarê Elkê Nûrettîn Ataman serê sibehê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Seferên balafiran û ferîbotan hatin rawestandin

THY'ê li Stenbolê ji ber mijê hemû seferên balafiran ên li Balfirgeha Sabîha Gokçenê da rawestandin. Seferên ferîbotan jî ji ber mija zêde hatin belatkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Ayvacikê dîsa erdhej çêbû

Li navçeya Ayvacikê di pêla 4.8 erdhejek çêbû.

Nûçeyê bixwîne

'Dema ku bavê min hat qetilkirin min zilmekî wisa nedît'

Ji gundê Xerabê Bava Adîle Bal a ku di 1994'an de bavê wê Hamît Bal û karapê xwe Bayram Bal di bin çavan de hatin windakirin û di 1995'an de jî gundê wan hate valakirin tiştên ku dema dorpêçê de jiyan kirin anî ziman û wiha got: "Dema ku bavê min hate windakirin min zilmekî wisa nedît."

Nûçeyê bixwîne

Amed û Riha emanetî TOKÎ'yan in!

Daneyên TOKÎ ya "deriyê rantê" yên têkildarî Amed û Rihayê, poltîkayên AK Partiyê yên di bin navê bajarvaniyê de raxistin ber çavan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 540 / 830