Rojnameger Muhirci hat berdan
Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Erdem Muhirci, hat berdan.
Nûçeyê bixwîneNûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Erdem Muhirci, hat berdan.
Nûçeyê bixwîneSerdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de, der barê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk de heta 22.5 salan ceza xwest. Lê dadgeha li dozê binere û bişopîne tune. Amedê dosya Tugluk şand Enqere, Enqere jî şand Amedê û herî dawî hewaleyî Dadgeha Bilind kirin.
Nûçeyê bixwîneNewroz dê îsal bi şîara "Em ê bi ser kevin" li 33 navendên cuda bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyan dê di 17'ê Adarê de li Nisêbînê bê dayîn û fînal jî di 21'ê Adarê de li Amed û Wanê bê kirin.
Nûçeyê bixwîneDi doza "Çapemeniyê ya KCK'ê" ya 46 rojnameger tên darizandin de dozger ji bo mutalayê amade bike ji heyeta dadgehê dosya xwest.
Nûçeyê bixwîneRojnameger Hayatî Yildiz ê 11 roj berê li Amedê hat binçavkirin hêj di bin çavan de ye. Di wêneyên hatin kişandin de derket holê ku Yildiz rastî îşkenceyê hatiye.
Nûçeyê bixwîneDer barê girtiya nexweş Sîbel Çapraz de biryara "Hepsa malê" hat dayîn.
Nûçeyê bixwîneBebekê 7 mehî Miraz, 9 rojin tevî dayika xwe Gulistan Diken Akbaba li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di girtîgehê de ye. Bav Cengiz Zaza Akbaba, diyar kir ku kurê wî ji ber biçûk e li gel diya xwe dimîne û rayedarên girtîgehê îlacên wî yên divê ji derve bigire nadin wî.
Nûçeyê bixwîneLi gundê Xerabê Bava çîroka hemû kesan bi dewletê re heye. Ebubekîr Koçhan ê 71 salî ku beriya 3 rojan ji bin çavan derket, careke gundê wî hat valakirin gelek caran hat binçavkirin, hat girtin ligel pêkûtî û şîdetê jî dikene û gotina "Her tişt dê baş be" bi kar tîne.
Nûçeyê bixwîneHeyeta HDK’ê ya ji bo dorpêça li gundê Xerabê Bava bê rakirin hatin herêmê diyar kir ku tiştên tên jiyîn ji referandumê cuda nîne û hikûmet li ser hesaba deng polîtîkayê dimeşîne.
Nûçeyê bixwîneMalbata Necmetîn Ayhan (40) ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê girtî ye pêlava mekab şandin girtîgehê, lê rêveberiya girtîgehê pêlav desteser kir û nedan Ayhan. Bavê Ayhan Yehya Ayhan diyar kir ku li sûkê serbest e, li girtîgehê qedexe ye.
Nûçeyê bixwîne