Rojane

Çalakiya xebatkarên TV 10 berdewam dike

Xebatkarên TV 10 a ku bi biryarnameya KHK’ê hatiye girtin, cara 21’emîn li Galatasarayê hatin cem hev û xwestin televizyona wan bê vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Yildirim: Soylu li îşkenceyê mikur hat

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim ku di nava heyeta gundê Xerabê Bava de cih girt, diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu mikur hatibû û Abdi Aykut rastî îşkenceyê hatiye û şêniyê gund e.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo girtiyê nexweş Çelebî daxwaza azadiyê

Di çalakiya Tîpa F a ku bi daxwaza serbestberdena girtiyên nexweş tê lidarxistin de vê hefteyê azadiya Mehmet Alî Çelebî yê ku nexweşiya Wernicke-Korsakoff pê re heye hat xwestin.

Nûçeyê bixwîne

Ewil dadgehê 13 sal ceza birî piştre leşkeran ew kuşt

Li gundê Heragê yê navçeya Licê leşkeran li Celal Gozen gule reşandin û kuşt. Derket holê ku Gozen piştî li dadgehê hat darizandin û rastî 13 sal ceza hat, leşkeran piştre bi ser gund de girt û ew kuşt.

Nûçeyê bixwîne

Xizmên windayan: Dîrok li Xerabê Bava dubare dike

Di çalakiyên "Bila wina bên dîtin kiryar bên darizandin" yên li Amedê û Îzmîrê de vê hefteyê hate gotin ku kevneşopiya dewletê ya windakirinê li gundê Xerabê Bava berdewam dike. Di çalakiya Îzmîrê de aqûbeta Bayram Bal û Hamît Bal ên di 1994'an de li gundê Xerabê Bava di bin çavan de hatin windakirin hate pirsîn.

Nûçeyê bixwîne

Dayikên Şemiyê: Gotin 'Tirkiyeya Nû' hatin, tevlihev dikin

Dayikên Şemiyê di çalaka xwe ya 622'yemîn de aqûbeta Murat Yildiz Pirsîn. Dayika Yildiz, Hanîfe Yildiz wiha got: "Gotin 'Tirkiyeya Nû' hatin niha tevlîhev dikin."

Nûçeyê bixwîne

ÎHD: Pêdiviya Tirkiye bi aştiyê heye

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, beşdarî vekirina Akademiya Mafên Mirovan a Şehmuz Aydin a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bû. Turkdogan, di merasimê de diyar kir ku pêdiviya Tirkiye ne bi Serokdewletiyê bi aştiyê heye.

Nûçeyê bixwîne

Gundiyê Talatê: Dengê çekan, hilweşîn, binçavkirin û windahî hene

Hat diyarkirin ku li gundê Talatê yê ku piştî Xerabê Bava hat dorpêçkirin dengê çekan bilin dibe, hilweşîn berdewam dike, binçavkirin û windahî hene.

Nûçeyê bixwîne

Akademîsyenê hat îxrackirin întixar kir

Akademîsyen Mehmet Fatîh Tiraş ê îmze avêtibû belavoka aştiyê ji ber vê yekê bi KHK ve ji Zanîngeha Çukurovayê hate îxrackirin întixar kir.

Nûçeyê bixwîne

Dozger 3 sal ceza ji Parlamentera HDP’ê Başaran xwest

Dozgerê Komarê yê Êlihê der barê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, de bi daxwaza ji 1.6 salan heta 3 sal cezayê girtîgehê doz vekir. Dadgeha Asliye Ceza ya Êlihê dosya qebûl kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 550 / 830