Rojane

Bila Hemî ê felçî bê berdan

Komisyona Girtiyan a ÎHD'a Stenbolê di hefteya 256’an de çalakiya "Rûniştina F" li dar xistin. Komîsyonê di vê hefteyê de xwest girtiyê nexweş û gelç Ahmed Hemî serbest bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

Heyeta KCD HDP'ê: Wehşeta li Şirnexê niha li Xerabê Bava tê kirin

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku di heyeta li gundê Xerabê Bava hatin astengkirin de cih girt diyar kir ku wehşeta li Şirnex û Sûrê hat kirin niha dixwazin li vî gundî carek din pêk bînin.

Nûçeyê bixwîne

‘TV 10 kanala têkoşerên ekolojiyê bû'

Xebatkarên TV 10'ê ya bi biryara KHK'ê hat girtin, cara 20’emîn kom bûn û çalakî pêk anîn. Berdevkê Platforma Karadenîz Îsyanda Ercan Dagistanli, diyar kir ku TV10 di heman demê de qanala têkoşerên ekolojiyê bû.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Kiliç li ser gora xwe ya gund hat bibîranîn

Nûnerê Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç di 24'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Nûçeyê bixwîne

Xizmên windayan dîsa di çalakiyê de ne: 25 sal derbas bû lê lêpirsînek tuneye

ÎHD aû xizmên windayan vê hefteyê dosyaya Bedriye Gumuş a li Mêrdînê beriya 25 salan bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da û Hasan Kaya û Metîn Can ên li Xarpêtê beriya 24 salan hatin kuştin pirsînê. Têkîldarî dosyaya heta niha tu lêpîrsîn nehatiye vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Aslan hat berdan

Rojnameger Selahattîn Aslan, bi şertê “qedexeya derketina derveyî welat” hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Dayikên Şemiyê: Ji guhertina qanûna bingehîn a ku me ji windayên me dûr dixe re 'Na'

Nunermend Nur Surer a ku di çalakiya Dayikê Şemiyê ya aqûbeta Ridvan Karakoç hat pirsîn de axivî wiha got: "Em ji vî guhertina qanûna bingehîn e, rayeyê di destê kesekî de kom dike û me ji maf û azadiyên me, ji aştî û aramiya civakî, ji demkorasiyê û ji windayên me dûr dixe de dibêjin na."

Nûçeyê bixwîne

Leşkeran heyeta KCD û HDP’ê li Xerabê Bava asteng kir

Heyeta KCD û HDP’ê ya ku xwestin biçin gundê Xerabê Bava ya ku 39 kes lê hatin binçavkirin, 2 kes winda û 3 kes jî mirîne lêkolînan bikin di ketina gund de ji aliyê leşkeran ve hatin asteng kirin.

Nûçeyê bixwîne

Midûrê Lîseyê ji îstîsmarê hat girtin

Midûrê Lîseya Anadolu Nuri Bektaş S.K, yê ji îstîsmara zayendî hat binçavkirin û berdan, piştî îtîraza dozger dîsa hat binçavkirin û girtin.

Nûçeyê bixwîne

'Polîsan li Cizirê pereyê gel dizî'

Welatiyên Cizîrê yên polîs û tîmên taybet bi ser malên wan de girtin, diyar kirin ku polîsan pereyên wan dizîne.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 570 / 830