Rojane

‘Dê gava ewil a jiyaneke nû 'Na' be'

Endamê Lijneya Birêvebirina Tirkiyeyê ya Hewldana 78'an Nebi Evci, guherandina Qanûna Bingehîn a dê di 16'ê Nîsanê de berpêşî referandûmê bê kirin nirxand û wiha got: "Dê gava ewil a jiyaneke nû 'Na' be."

Nûçeyê bixwîne

'Pitika rastî îstismarê bê dê çawa xwe biparêze?'

Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakiyê, daxuyandibû ku ew ê ji bo astengkirina îstismaran "perwerdehiyên mahremiyetê" bidin. Aktivîsta mafên zarokan Parêzer Gazal Koluman a li dijî vê daxuyaniyê bertek nîşan da, hişyar kir ku dê ev rewş bûyerên îstismarên zayendî zêde bikin. Koluman, li dijî daxuyaniya "mahremiyetê" ji Wezîr Kayayê pirsa, "pitikên rastî îstismarê bên dê çawa xwe biparêzin?" kir.

Nûçeyê bixwîne

Qersî: Ji feraseta Hîtler re 'Na'

Qersiyan diyar kir ku ew ê ji bo jiyaneke wek xwişk û bira bibêjin "Na" û wiha gotin: "Em ji feraseta Adolf Hîtler re dibêjin 'Na'."

Nûçeyê bixwîne

Eşîra 2 hezar ferdên wê hatin qetilkirin: Tercîha me ya QSD'ê daxwaza me ya jiyanê ye

Eşîreta Şîêetat a DAIŞ'ê 2 hezar ferdên wê qetilkir, bi navê El-Nuxbeyê di pêngava 3'yemîn a operasyona "Xezeba Firatê" de cih girt û tercîha xwe ya QSD'ê wiha daxuyandin: "Bi tercîhkirina QSD'ê a rast me xwest bê em kî ne û dixwazin çawa bijîn."

Nûçeyê bixwîne

Li Şam û Rihayê civîn: Tirkiye bi rejîmê re li hev kir

Hat îdiakirin ku, Tirkiyeya li Babê tengijiye, li Şam û Rihayê li ser hevdu civîn çêkirine û bi rejîmê re li hev kiriye. Li gor peymanê, dê Tirkiye ji Babê vekişe, rejîm lê bi cih bibe û dê ji bo Sûriyeya Bakur jî tabûrên hevpar bên çêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li herêmê 'Na' di pêş de ye!

Li gor anketa SAMER'ê ya 5 roj berê li herêmê kir, rêje ji sedî 68.3 gelê herêmê di şert û mercên OHAL'ê de li dijî referandûmê ye. Di anketa li navenda 16 bajaran hat kirin de, rêje ji sedî 54.7 'Na' û rêje ji sedî 25.1 jî 'Erê' derket. Her wiha hilbijêrên HDP'ê jî ji sedî 89.7'ê dibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

Malbatên Roboskî: Heta edalet bê vî welatî em ê li ber xwe bidin

Malbatên Roboskiyê di hefteya 268'emîn a komkujiyê de li gel astengkirina leşkeran ya her hefte jî çalakiya xwe pêk anîn û dan zanîn ku, heta edalet bê Tirkiyeyê ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Nûçeyê bixwîne

Doza Parlementer Aydogan 3 salan hat taloqkirin

Doza parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan a li Silopiyayê hat vekirin, li gor qanûna 6352'an bi biryara taloqkirina venêrîna dosyeyê ya 3 salan hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Di doza Demîrtaş de 'biryara pêwîstî bi lêpirsînê tuneye'

Di doza Demîrtaş a li Silopî de dadgehê biryara, "pêwîstî bi lêpirsînê tuneye û paşde xistina lêkolîna li ser dozê" da.

Nûçeyê bixwîne

Li Hatay û Dersimê binçav kirin

Di operasyonên li navçeyên Dortyol û Kirikhan ên Hatayê û navçe û navenda Dersimê de gelek kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 576 / 830