Rojane

HDP: Werin em di nobeta Wane de dorpeçe bişkinin

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geveri, diyar kir ku ew dê Nobeta Wîcdan û Edaletê ji Stenbolê dewir bigirin û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li nobetê bibin. Em dê bi hevre ablukayê bişkînin.

Nûçeyê bixwîne

Polîsê derket operasyonê hat kuştin

Li navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê polîs û leşkeran bi hevre operasyon pêk anîn. Di operasyonan de polîsekî tevgera taybet jiyana xwe ji dest da. 4 polîs û leşker jî birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Keleha dawî ya DAIŞ’ê ket

Şervanên QSD'ê li Reqqa di çarçoveya Cenga Mezin de 61 rojin bê navber şer dikin û heta niha 10 tax rizgar kirin. Şervanên QSD'e di operasyona li dijî DAIŞ'ê de keleha DAIŞ'ê ya dawî keleha Harun Reşid jî rizgar kirin. Keleh êdî di destê QSD’ê de ye.

Nûçeyê bixwîne

Li Cudî topebaran şewatê zêde dike

Li çiyayê Cudî şewata di encama topebarana Tabûra Cendermeyî ya Bêspinê de derketî her diçe belav dibe.

Nûçeyê bixwîne

Sûrê hem vala dikin hem jî tiryak û diziyê li kolanên wê pêş dixin

Şêniyên Sûrê ku bi sedan salan li tax û kolanên Sûrê dijîn û serpêhatî û keda wan li vire heye bi biryarin xaniyên xwe terk nekin. Şêniyên ku xaniyên xwe terk kirin jî malên wan ji tiryakêş û dizan re ma. Cîranan diyar kirin ku li aliyekî xera dikin û li aliyê din jî Sûrê ji xaniyên xerabe ji taryak û dizan re dihêlin.

Nûçeyê bixwîne

Ji girtîgehê derket hat binçavkirin

Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Ahmet Kaya dema ji girtîgehê derket ji ber lêpirsînek din hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Cotkarên genim îsal zerar dikin

Cotkarên Amedê debara xwe bi çandiniya genim, ceh, pembû, garis, nok û niskan dike. Lê ji ber lêçûn ji hatinê zêdetir e çotkar zerar dikin û deyndar dibin. Cotkarên ku sala par kîloya genim bi 97 krş difirotin, îsal bi 80 krş difiroşin Yên kîloya nîskan bi 3.70 tl difirotin isal bi 1.90 tl difroşin.

Nûçeyê bixwîne

Vê carê jî li benda bersiva Enqereyê ne

Aqûbeta 50 êzîdiyên ku Kampa AFAD’ê ya Midyadê biryar daye ku wan ji kampê derxîne hê jî nediyar e. AFAD’ê pêşî ji bo nûkirina qeydên wan doza daxwaznameyan kir, lê belê niha jî ji êzîdiyan re dibêje: “Me daxwaznameyên we şandine Enqereyê, hîn bersiv nehatiye dayîn."

Nûçeyê bixwîne

Ji sedî 80'yê Alîpaşayê rûxandin!

Hevberdevkê Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na Talat Çetînkaya, der barê rewşa dawî ya rûxandina Sûrê de agahî dan. Çetînkaya, got ku herî zêde Taxa Alîpaşayê tê rûxandin û heta niha ji sedî 80'yê taxê hatiye rûxandin. Her wiha dê di rojên pêş de Platforma Sûrê heyetekê bişîne Ewropayê û dê hewl bide ku heyeteke ji Ewropayê jî bê û Sûrê raçav bike.

Nûçeyê bixwîne

Sûrên 6 hezar salî hatin binaxkirin!

Sûrên Cizîrê yên xwedî paşerojeke 6 hezar salan ku malovaniya şaristaniyên Gûtî, Med, Pers, Roma, Sasanî, Ebbasî, Merwaniyan kirine, ji ber avaniya 50 salên dawî hema bêje hatin binaxkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 58 / 830