Rojane

'78 roj e li Aladagê edalet tune ye'

Malbatên ku zarokên wan di şewata Wargeha xwendekarên keç a Aladagê de jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku, 78 roj derbas bûn, lê hêj edaletê cihê xwe nedîtiye. Malbatan, destnîşan kir ku rayedarên hikûmetê dixwazin ser bûyerê bigirin.

Nûçeyê bixwîne

Encu: Berxwedana gelê me bû berxwedana me

Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hat tahliyekirin, got girtina wan "birayereke siyasî ye" û wiha axivî: "Em spasiya gelê xwe, saziyên civaka sivîl ên xwedî li me derketin dikin. Berxwedana wan li girtîgehê bû berxwedana me. Ji bo her kesî spas."

Nûçeyê bixwîne

Li Cizîrê li dijî noqteya polîsan êrîşeke bombeyî pêk hat

Li Cizîrê, li dijî noqteya polîsan êrîşeke bombeyî pêk hat. Piştî teqînê gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û demeke dirêj dengê çekan bilind bû.

Nûçeyê bixwîne

Malbat serdana Demirtaş kir

Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, Başak Demirtaş serdana wî kir û got, tenduristiya Demirtaş baş e û ji bo her kesî silavên wî hene.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî Seravê kirin û Hevşaredarê Ebexê girtin

Li Wanê Hevşaredarê Ebexeya Wanê Faruk Demîr hat girtin. Şaredariya Seravê jî qeyûm hat tayînkirin.

Nûçeyê bixwîne

Parlementerê HDP'ê Encu hat berdan

Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu yê li Girtîgeha Kandirayê dihat ragirtin, serbest hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegerê di mînîbusa hat gulebarankirin de: Bi zanebûn me kirin hedef

Rojnameger Metîn Bekîroglu yê li Licê di mînîbûsa rêwiyan a ji aliyê wesayîta zirxî de hat gulebarankirin de bû diyar kir ku bi zanebûn em kirine hedef û wiha got: "Ev êrîş ji pêvajoya referandûmê re bersivek e. Em bi tesadufî xilas bûn."

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Keser hat berdan

Rojnameger Dîren Keser ê di 2'ê Sibatê de li Mêrsînê hat binçavkirin hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Çalakgerên 15'ê Şibatê şermezar kirin: Deriyê Îmraliyê vekin

Li gelek bajar û navçeyan bi armana 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin çalakî hatin lidarxistin û xwestin ji bo Ocalan dîsa karibe rol û rista aştî û çareseriyademokratîk pêk bîne deriyê Îmraliyê vekin.

Nûçeyê bixwîne

Li parlamenterên HDP'ê doza 'heqeretê li Erdogan kirine'

Der barê parlamenterên HDP'ê Tugba Hezer û Lezgîn Botan de bi îdiaya "heqeret li serokomar kirine" hat vekirin de û îdianame hat amedekirin, ji bo parlamenteran heta 5 salan ceza tê xwestin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 580 / 830