Rojane

Di serdema AK Partiyê de girtin ji sedî 232 zêde bû

Navenda CHP'ê têkildarî binpêkirina mafên mirovan a serdema AK Partiyê raporek amade kir. Li gorî lêklînê di serdema AK Partiyê de 432 kes ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin, hezar û 299 înfazên bê daraz, ji sedî 232 hêjmara girtiyan zêde bû. 184 rojnameger hatin girtin. Piştî qedexeya derketina derve ya 2016'an 78 zarok 69 jin , 30 kal û pîrên temenê wan di ser 60 salî re bi giştî 338 sivîl hatin kuştin.

Nûçeyê bixwîne

Li Dersimê tevgera hewayî

Ji Dersimê gelek helîkopterên ku rabûn ber bi navçeya Qisleyê ve çûn.

Nûçeyê bixwîne

Li 3 navçeyan qedexeya derketina derve

Li navçeyên Mahsert, Artuklu û Nisêbînê li 9 taxan qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Gelê Botanê dê careke din ji Erdogan re bibêje "Na"

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr, da zanîn ku ew ê li herêma Botanê ji bo "Na" mal bi mal xebatê referandûmê bikin wiha got: "Me çawa ku di hilbijartinê 7 hezîrana 2015'an de destûr neda îxtîdar bi serkeve Botanî dê careke din bi rihê 7 hezîranê tevlî hilbijartinê bibin."

Nûçeyê bixwîne

Li Kurkçulerê polîtîkayên rageşiyê di dewrê de ne

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, diyar kirin ku polîtîkayên rageşiyê yên îdareya girtîgehê didomin û her wiha xizmên girtiyan jî dest nîşan kirin ku, der barê jiyana girtiyan de şik û gumanên wan hene.

Nûçeyê bixwîne

Şer Laodîkeîa jî bêkes hişt...

Bajarê Antîk Laodîkeîa yê B.Z. di nîveka sedsala 3'yemîn de ji aliyê Qralê 2'yemîn ê Seleûkosê Antîokhos ve hat avakirin, bi her awayê xwe balê dikêşe. Lê Laodîkeîa ya ku şahidiya bi hezaran salî kiriye, ji ber teqînên bombeyî û bûyerên şidetê yên li Tirkiyeyê niha bê kes û kûs e.

Nûçeyê bixwîne

Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin

Li Cizîrê welatiyê bi navê Hazim Olmez û li Silopiyayê jî Rêveberê DBP'ê Abdûlcabbar Çagatay hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Leşkerên TSK'ê li El Babê ketin şer: Leşkerek mir

Operasyona Mertalên Firatê ya li El Babê di roja 172'a de berdewam dike. Hat diyarkirin ku piştî leşkerên TSK'e ketin nava El Babê şer derket û leşkerek mir û leşkerek jîbirîndar bû.

Nûçeyê bixwîne

Keskîn: Îşkenceya tazî û zayendî heye

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di semînera Baroya Rihayê ya bi navê "Pêkanînên OHAL'ê û Îhlalên Mafên Mirovan" de diyar kir ku dema Tayyip Erdoga ji ber helbest xwend hat darizandin wan mafî wî parast û wiha got: "Lê îro kesên ku wê demê mafê wan parast em dibin qurbana wan. Îro parêzer tên girtin. Di bin çavan de rastî îşkenceya tazî û zayendî tên."

Nûçeyê bixwîne

Êrîşkarê Reina hat girtin

Êrîşkarê Reina Abdulkadir Masharipov, hat girtin

Nûçeyê bixwîne

Rupel 591 / 830