Rojane

Bi xwe kar ava kir û debara xwe dike

Welatiya Êlihê Şaziye Calp, ji bo betal nemîne bi xwe karê xwe ava kir. Calp li mala xwe Nanê Şilikî çêdike û bi firotina Nanê Şilikî debara mala xwe dike.

Nûçeyê bixwîne

Hevparên HDK'ê: Em ê mal bi mal kolan bi kolan "Na" vebêjin

Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan ku bi silogana "Ji bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar" deklerasyona "Na" ya referandumê aşkere kirin, diyar kirin ku ji bo ew "Na" li her derê bi rêxistin bikin dê kolan bi kolan, mal bi mal, li der derê bigerin û "Na" vebêjin. Hevparan anîn ziman ku ew dê kesên bê biryar jî ji bo "Na" îkna bikin.

Nûçeyê bixwîne

Li heman girtîgehê dîsa îdiaya îşkenceyê

Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya ku her bi binpêkirina mafan di rojevê d eye, hat derpêşkirin ku girtî rastî lêgerîna tazî û îşkenceya gardiyanan tên.

Nûçeyê bixwîne

Turk: Hevdîtinên bi Ocalan re nehata astengkirin evqas êş nedihat kişandin

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê cara ewil bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, diyar kir ku heke hevdîtinên bi Ocalan re bidomiyanan dê evqas êş nehatanan kişandin û wiha axivî: "Ev vê nîşan dide; yanî feraseta li gel şidetê, feraseta dixwaze kurdan bitepisîne rê li ber hevdîtinên bi Birêz Ocalan re girt. Çimkî, di wê baweriyê de me ku dê Birêz Ocalan mudaxileyî gelek mijaran bikirana û ji bo ev veguhastana zemîneke demokratîk, dê zaf hewl bidana. Profîla Ocalan a min nas kiriye, dizanim û dîtiye ev bi xwe ye."

Nûçeyê bixwîne

Pêşî destûr da, paşê got birûxînin

Qeyûmê tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin, ji bo qulûbeya taksiyan pêşî destûr da, paşê got "esnaf gazinan dike" û biryara rûxandina wê da. Taksîvanan diyar kir ku, ew bac û pereyê îşgaliyeyê didin şaredariyê û li dijî vê rewşê bertek nîşan dan.

Nûçeyê bixwîne

Li Edeneyê bi şideta 3.9'an erd hejiya

Li gor pîvana Rîchterê navçeya Kozanê ya Edeneyê bi erdhejeke bi şideta 3.9'an hejiya.

Nûçeyê bixwîne

Di doza têkildarî kuştina 19 kesan de dîsa tu biryar derneket

Di 11'emîn rûniştina Doza JÎTEM'ê ya têkildarî kuştina 19 kesên di salên 90'î de bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin, dîsa tu briyar derneket.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredarê ji peywirê hat dûxistin, serbest hat berdan

Hevşaredarê bajaroka Bajargehê Akif Kaya bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Huda Kaya: Gotina 'Erê' înkarkirina Xwedê ye

Parlementera HDP'ê Huda Kaya ya li Rihayê di çarçoveya xebatên referandûmê de bi gel re hevdîtin çêkir, dest nîşan kir ku "Erê" tersî îslamê ye û wiha got: "Li gor baweriya me beramberiya gotina 'erê' înkarkirina Xwedê ye."

Nûçeyê bixwîne

Herî kêm 13 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Qereqoçan û Qovanciyan ên Xarpêtê, di operasyonên hevwext de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 594 / 830