Rojane

4 rojnameger li Wanê hatin binçavkirin

Polîsan bi ser avahiya buroya Rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî ya Wanê de girtin û 4 xebatkarên rojnameyê binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî Şaredariya Bismilê kirin

Qeymeqamê Bismilê Turgay Gulenç wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bismilê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Binçavkirin û girtin bi dawî nabin

Pêla binçavkirin û girtinan bênavber berdewam dike. Li Bazîdê 5 kes li Edeneyê kesek hatin girtin. Li Dersimê jî rêveberê DBP'ê yê berê hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Pêngava 3’yemîn a operasyona Reqayê destpê kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêngava 3’yemîn a operasyona Reqayê ji gundên Leqta û Hîba yên başûrê Hesekê da destpêkirin. Di pêngava ku piraniya wê ji ciwanên Erep pêk tê de armanc ewe ku xwe bigihînin hêzên pêngava duyemîn û xeta parastinê bi hêzkirine.

Nûçeyê bixwîne

Ji sedî 58 dibêjin 'Na'

Li gorî lêkolîna ku Şîrketa Lêkolînê ya Gezîcî ji bo pêvajoya referandûmê kiriye ji sedî 58.2 ji sîstema serokdewletiyê re dibêjin "Na", herî zêde jî hilbijêrên HDP'ê dibêjin "Na" û partiyên din li pey xwe hiştin.

Nûçeyê bixwîne

Malbatên Dîlokê: Ger ne dewlet be çima vedişêrin?

Parêzerên malbatên ku di komkujiya Dîlokê de zarok û xizmên wan ji yana xwe ji dest dabûn, têklidarî biryara dozgerê Komarê yê Dîlokê Fatîh Adiguzel a neşopandina dozê, diyar kirin ku ew nikarin xwe bigînin agahiyên dosyayê û agahî ji wan tên veşartin.

Nûçeyê bixwîne

Wêjevan Kurtuluş: Jiyanekî bi vî rengî re 'Na'

Nivîskar, helbestkar û wêjevan Akîf Kurtuluş diyar kir ku Tirkiye ji dîroka xwe wekî îro ber bi tarîtiyê ve neçûye û ji ber vê yekê jî ew ê ji bo jiyanekî baş bibêje "Na".

Nûçeyê bixwîne

QSD, dê riya DAIŞ'ê ya Iraq û Sûriyeyê qut bike

Li aliyekê nîqaşên Serokê DYE'yê Trump alîkariya ji bo YPG'ê qut kiriye tên meşandin, li aliyê din hêzên QSD'ê ku YPG jî di nava wan de hene, ji bo pêngava sêyemîn a operasyona Reqayê hemû amadekariyên xwe bi dawî kirin.

Nûçeyê bixwîne

Parêzer Karakaş: Destûr nadin em Rojnameger Turfent ziyaret bikin

Parêzera Rojnemevan Nedîm Turfent Harîka Karataş diyar kir ku 8 meh in Turfent bi avayek bê hiqûqî di girtîgehê de dimîne. Karakaş, anî ziman ku destûr nadin ew wekî parêzer biçin dîtina Turfent û îdîanameyê ji wan vedişêrin.

Nûçeyê bixwîne

Midûriyeta Polîsan: Pêwendiya Kişanakê ya bi rêxistinê re nehat tespîtkirin

Di Sibata 2016'an de kesekî daxwaznameya îxbarê ji BÎMER'ê re şandiye û di daxwaznameyê de heqaretî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê kiriye, darvekirina HDP'iyan xwestiye û pesnê AK Partiyê daye. Li ser vê îxabarê û îdiayên wî kesî Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Kişanakê de lêpirsîn vekiribû û ji miduriyeta polîsan xwestibû der barê van îdiayan de lêkolînan bike, lê miduriyetê bersiveke balkêş da. Miduriyeta Polîsan a Amedê, ragihand ku ew rastî tu tespîteke ku Kişanakê alîkariya madî û makîneyên kar ji bo PKK'ê kiriye nehatine.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 612 / 830