‘Êzidî û Elewî dê li dijî polîtîkayên qirkirinê bêjin Na’
Parlamentere Elewî yê HDP’ê Alîcan Onlu û parlamenterê Êzidî Alî Atalay, diyar kirin ku dê Êzidî û Elewî di referanduma qanûna bingehîn de bi awayekî xurt bêjin “Na”.
Nûçeyê bixwîneParlamentere Elewî yê HDP’ê Alîcan Onlu û parlamenterê Êzidî Alî Atalay, diyar kirin ku dê Êzidî û Elewî di referanduma qanûna bingehîn de bi awayekî xurt bêjin “Na”.
Nûçeyê bixwîneWekîla Serokê Meclîsê û Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan têkildarî referanduma ku dê bêjin “Na” diyar kir ku pêdivîya Tirkiyê bi rejîma yek zilamî tune bi Komarek Demokratîk heye û wiha got: "Ji bo vê yekê tekoşîn divê. Rêxistinkirina 'Na' dê serkeftinek mezin bîne.”
Nûçeyê bixwîneParlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez peymana ji aliyê dewletê ve ji bo avahiyên gelê Şirnex hatiye amadekirin rexne kir û got: "Ev projeyek xeyalî ye. Di peymanê de tiştek şênber ku mirov bigire dest tune ye."
Nûçeyê bixwîneCizîriyan, bertek nîşanê hewldana AKP û MHP'ê ya referandumê dan û diyar kirin ku ew ê li hemberî dîkdatoriya Erdogan bêjin na.
Nûçeyê bixwîneGermava Elkê ku her sal bi hezaran welatiyên navçeyê û derdorê ji bo tenduristiyê 4 demsalan lê dibin mêvan ji ber ku derdora wê ji aliyê rayedaran ve nayê paqijkirin rastî bertekên gel tê.
Nûçeyê bixwîneLi Îzmîrê, Dayika Aştiyê Cemile Aydin û hevjînê wê Abdulkadir Aydin ên di salên 90'î de ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyên giran hatin dê kuçe bi kuçe xebatên "Na"yê bidin meşandin.
Nûçeyê bixwîneLi navçeya Sûrê ya rûxandina avahiyan lê didome, teblîxatên ji bo rûxandina malên saxlem jî hatin şandin. Sultan Aktar a 40 sal in li navçeyê dijî anî ziman ku, ew ê destûrê nedin ku malên wan birûxînin û wiha got: "16 sal berê li vê malê min hevjînê xwe winda kir, min zarokên xwe li vê taxê anî dinê û mezin kir. Zarokên wan jî li vir mezin bûn. Min li vê malê du zarokên xwe winda kirin. Di jiyana min de şopên zaf mezin ên vê taxê û vê malê hene."
Nûçeyê bixwîneÎdîanameya der barê Nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin ê Xerpêtê Mehmet Guleş ê hat girtin de hat amadekirin. Dozger heta 20 sal ceza dixwaze.
Nûçeyê bixwîneHunermend Metin Kahraman û Suavi, lîstikvan Deniz Turkali, Levent Uzumcu û helbestvan Ahmet Tellî, ji bo refernadûmê banga "Na"yê li her kesî kirin.
Nûçeyê bixwînePêla kesên dibêjin 'Na' roj bi roj zêde dibe. Ciwanên Stenbolê ku dibêjin "Na" diyar kirin ku ji bo ew bibin heviya hev û heviya pêşeroja ciwanên din dibêjin "Na".
Nûçeyê bixwîne