Rojane

Zarok dîsa birin girtîgeha şewat lê derket

Zarokên li Kawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewatê de birîndar bûn, piştî dermankirinê ew dîsa birin heman girtîgehê. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek, diyar kir zarok travmeyek mezin dijîn û rayedarên girtîgehê vê yekê pir normal dibînin.

Nûçeyê bixwîne

Bajarê stratejîk: Reqqa

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, vê carê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji aliyekî ve di milê Efrînê ve ji bo rizgarkirina El Bab pêşveçûna xwe didomîne, ji aliyê din jî dest bi pêngava rizgarkirina bajarê Reqa ku DAIŞ peytextê xwe dihesibîne, kir. Ev bajarê li ser xeta petrolê disekine ku ji bo çeteyan pir girîng e, hemû hêzên xwe di wir de kom kiriye, xuyaye dê şerek dijwar biqewim e.

Nûçeyê bixwîne

8 sal ceza dan Dayika Aştiyê ya 62 salî

Dadgeha Êlihe li Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Azboy a 62 salî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" ye 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birîn.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên jin dê dernekevin hevdîtinê

Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Mêrsînê Mehmet Altuntaş, diyar kir ku jinên li Girtîgeha Jinan a Tîpa C a Tarsûsê, li dijî binpêkirina mafan biryara derneketina hevdîtinê dane û wiha got: "Em dê der barê kesên têkildar de gilî bikin."

Nûçeyê bixwîne

Çêkirina girtîgehan pesinand!

Bi zêdebûna girtinan re, li gelek bajaran girtîgehên nû yên kapasîteyên wan di navbera hezar û 500 û 5 hezarî de diguhere tên avakirin. Tişta balkêş ew e ku, serokê şaredariyê girtîgeha li Turkogluya Mereşê avakirina wê didome pesinand û wek qadeke îstihdamê nîşan da.

Nûçeyê bixwîne

Bi mehan e li girtîgehê tê tehdîdkirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê İrfan Bor, hevjînê Remziye Bor a di serdegirtina malê de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hat îdiakirin ku ji aliyê polîsên diçin girtîgehê wiha gef lê tên xwarin tê xwestin "sûc" qebûl bike.

Nûçeyê bixwîne

Dilê wê ji bo Şengalê lê dide

Yek ji êzidiyên ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ji Şengalê hatin Amedê û ji wir jî çûn Midyadê Leyla Elî ye. Dilê Leylayê, ji bo dayika wê ya 4 caran ji destê DAIŞ'ê reviyaye û kesên wan ji DAIŞ'ê rizgar kirine lê dide.

Nûçeyê bixwîne

Parlamenterên jin: Dê jin û 'na' bi ser kevin!

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku ew ê bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyaya "Ji dîktatoriyê re na" bidin meşandin. Parlamentera HDP'î Bedia Ozgokçe Ertan jî diyar kir ku dê "na" û jin bi ser kevin.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredarên Nisêbînê hatin girtin

Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok ku 14 rojan di bin çavan de man, hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Kobaniyan serdana zarokên xwe kir

Kobaniyan di 3'yemîn salvegera rizgarkirina bajêr a ji dest DAIŞ'ê de, berê xwe dan gorên zarokên xw eyên li Goristana Şehîd Dîcleyê. Li goristanê gel meşxele û find vêxistin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 636 / 830