Rojane

Ferhat Tunç serbest hat berdan

Hunermend Ferhat Tunç ê li ser giliyê Parlementerê AK Partiyê Orhan Miroglu hat binçavkirin, piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

'Ji bo çareseriya demokratîk divê Ocalan bê berdan'

Delegasyona KCD’ê ya Êlihê derbarê agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û da zanîn ku ji bo pirsgirêka kurd bi riya demokratik bê çareserkirin divê demildest Ocalan serbest bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

Demîrtaş: Van dozgeran lêkolîn bikin

Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Erdîşê hat dîtin. Demîrtaş, bi riya SEGBÎS'ê parastin kir û diyar kir ku dozgerê der barê wî de îdîaname amade kiriye sûc kiriye û xwest der barê dozger de lêkolîn bê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Leşkeran riya navendî bi axê girtin

Riya navendî ya gundê Demîrtepe ya Bazîdê ku bi navçeyan ve girêdide ji aliye leşkeran ve bi hinceta “ewlehiyê” ji çûn û hatinê re hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Li Sêrtê qeza: 15 kes birîndar bûn

Li Dihê mînîbusa rêwiyan qeza kir û di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Dê mirina karkera malê Şîmşek ji aliye pisporan ve bê lêkolînkirin

Doza karkera malê Rukiye Şîmşek ku ji ber ewlehiya kar ne hat girtin jiyana xwe ji dest da, bi hinceta ji bo ji aliyê heyetek pispor ve raporek nû bê amadekirin taloqî 23’yê Gulanê hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Şakranê çalakiya ‘derneketina hevdîtinê’

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha T4 a Şakranê Îzmîrê dimînin, li dijî binpêkinên mafan û zextan diyar kirin ku wan çalakiya “derneketina hevdîtinan” dane destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Astanayê daxuyaniyên bi nakok

Nûnerê Taybet ê NY'ê yê Sûriyeyê Mistura têkildarî hevdîtinên li Astanayê diyar kir ku ew ji encamnameyê ne dûr in. Berdevkê muxalifan ên ji çavkaniyên din re axivîn jî gotin: "Tu daxuyanî nayê îmzekirin"

Nûçeyê bixwîne

Lêgerîna li şaredariyê ev du roje didome

Piştî polîsan bi ser Şaredariya Bazîdê de girtin, lêgerîna li şaredariyê ev 2 roje didome.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan bi ser mala Ferhat Tunç de girt

Polîsan bi ser mala Hunermend Ferhat Tunç de girtin. Tunç, ku li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek da, diyar kir ku ji ber derbarê wî de biryara bi zorê anînê heye polîsan bi ser mala wî de girtine.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 643 / 830