Rojane

6 xwendekarên Rektoriyê ew teslîmî polîsan kirin hatin girtin

6 xwendekarên ku Rektoriya ew zanîngeha Duzce teslîmî polîsan kirin hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Bi hezaran kes li ber Agosê hatin cem hev: 10 sal in em Hrant in

Di 10'emîn salvegera qetilkirina Hrant Dînk de bi hezaran ke bi slogana "10 salin em Hrant in, em ê edaletê bi dest bixin" ve li ber rojnameya Agosê hatin cem hev.

Nûçeyê bixwîne

Talûkeya jiyana zarokên girtî didome

Zarokên bi navê A.B., R.K.,C.Y, F.K., M.E. û M.A. yên li kawîşa zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewatê de birindar bûn, talûkeya tenduristiya wan didome.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî cihê qeyûm kirin

Alîkarê Walî Olgun Oner ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê Dersimê hat kirin, ji peywirê hat girtin û li şûna wî Waliyê Dersimê Osman Kaymak wekî qeyûm hat tayînkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dozgerên îdianame amade kir li kû ne?

Di doza "KCK'ê" ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin de bersûcên ku îfade dan diyar kirin ku doz binpêkirina mafê siyasetê ye û pirsa "Dozgerên ku îdianame amade kirin li kû ne" kirin.

Nûçeyê bixwîne

'Hişyarîkirina dewletê peywira me ye'

Hîndekarên Zanîngeha Marmarayê helwesta YOK’ê ya xwest akademîsyenên ku daxwaznameya “em nabin şirîkê vî sûcî” îmzekiribûn ji peyvira karmendiya dewletê bên derxistin şermezar kirin. Akademîsyenan anîn ziman ku Tirkiye niha di rewşek zirar re derbas dibe û hişyarkirin peywira wan e.

Nûçeyê bixwîne

Ji rêxistinên çapemeniyê li hemberî girtinan nerazîbûn: Heta dawî têkoşîn

Hempîşeyên rojnamegerên ku 24 rojan di bin çavan de man û 3 ji wan hatin girtin li hemberî girtinan nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku li Tirkiyeyê heta çapemenî azad nebe demokrasî pêk nayê. Rêxistinên pîşe û kedê peyama "ji bo azadiya havelên xwe em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin" dan.

Nûçeyê bixwîne

Di doza Sûrê de daxwaza 'redkirina dadger' nehat qebûlkirin

Di doza Sûrê ya ku li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê de ji ber ku heyeta dadgehê bêalî nîne, li hemberî îşkenceya li dijî girtiyan tiştek nekiriye rekirina dadger a hatibû kirin ji aliyê dadgeha jor ve nehat qebûlkirin.

Nûçeyê bixwîne

Komîteya Newrozê ya walîtiyê destur dabû bi hinceta 'ferman rêxistinê' tê darizandin

Komîteya Newrozê ya 2016'an a ku bi destura Walîtiya Amedê ve hate pîrozkirin bi hinceta ku "di çarçoveya fermana rê xistinê hatiye organîzekirin" tên sûcdarkirin. Doza ku 10 kes tên darizandin dest pê kir.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger bi lêdanê û texsiya sipî revandin

Rojnameger Bariş Boyraz ku di demên dawî de li Enqereyê 2 caran hat binçavkirin, cara sêyemîn bi maşîna spî binçavkirin û piştî gef û lêdanê serbest berdan. Boyraz, li ÎHD'ê gilî kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 656 / 830