Rojane

Çoltara Êlihê dê salekê qedexe be

Walitîya Êlihê der barê 32 qadên bejayî yên navçeyên Sason, Kozluk û Heskîfêde heta salekê biryara "Herêma Taybet a Leşkerî" îlan kir.

Nûçeyê bixwîne

Encu: Ji bo Qanûna Bingehîn biguherînîn, em hatin girtin

Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu bi rêya SEGBÎS'ê tevlî doza li Cizîrê ya der barê wî de hatibû vekirin de axivî û got, Hikûmeta AKP'ê ji bo ku bikaribe Qanûna Bingehîn a niha li Meclîsê hevdîtinên wê pêk tênbi rehetî biguherîne, parlementerên HDP'ê dan girtin.

Nûçeyê bixwîne

Wezîrê Karên Derve yê Trump: Kurdên Sûriyeyê mutefîkên me yên herî baş in

Namzetê Wezîrê Karên Derve yê Serokê DYA'yê yê nû Trump, Tillerson got, ew ê li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê piştevaniya bi kurdan re bidomînin. Tillerson, dest nîşan kir ku ew ê di navbera Tirkiye û kurdên Sûriyeyê de jî hevsengê çêbikin.

Nûçeyê bixwîne

Li Sêrtê 12 kes hatin girtin

Di serdegirtinên malan ên li Şîrwanê de 12 kesên hatin binçavkirin hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rêxistinên ciwanan: Ji bilî yekbûyîn û berxwedanê tu riyek din tune ne

Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku ji bilî yekbûyîn û berxwedana li dijî rejîma serokatiyê ku îktîdara bêpêşerojî û bêhêvîtiyê ye tu riyek din a wan tune ye.

Nûçeyê bixwîne

Di sala 2016’an de 10 hezar û 100 binpêkirinên mafan hatin jiyîn

ÎHD’a Wanê diyar kir ku di nava salekê de li bajar 10 hezar û 100 binpêkiriên mafan hatine jiyîn.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm dê keçên xwendekar derxe polisan bicih bike

Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin Cumali Attila, Wargeha Xwendekarên Keç vala dike û dê li şûna xwendekarên keç, polîsan bi cih bike.

Nûçeyê bixwîne

'Di doza KCK'ê de wateya peyvê nemaye'

Endame Meclîsa DBP'ê Olcay Kanlibaş di "Doza Sereke ya KCK'ê" de diyar kir ku îdîanameya ji aliyê cemaeta Gulen ve hatiye amadekirin hilweşiya ye û êdî Di Doza KCK'ê de tu wateya gotinê nemaye.

Nûçeyê bixwîne

Akademîsyen Gulmen: AKP keriya qatilan bikartîne

Akademîsyen Nuriye Gulmen, diyar kir ku dema duh hat binçavkirin ji ber şîdeta ditiye nekariye demek dijê bêhnê bistine û wiha got: “Bila carek din me bigirin. Sûcê dikin didomînin, em jî bicih anîna edaleta xwe didomînin. AKP keriya qatilan bikartîne.”

Nûçeyê bixwîne

'Divê bi beşdariya hemû beşên civakê pêvajoyekî nû ya qanûna bingehîn bê destpêkirin'

Baroya Amedê xwest ku bi beşdariya hemû partî û rêxistinên civakî yên sivîl ve li ser esasê mafên mirovan, gerdûnî û hemû cudabûn û dewlemendiyan pêvajoyekî qanûna bingehîn bê destpêkirin û banga paşvekişandina pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn a ku li Meclîsê tê nîqaşkirin kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 675 / 830