Rojane

Kepçe li Plaja ser Goristana Ermeniyan hat çêkirin dixebitin

Qeyûmê tayînê Şaredariya Artemêtanê hat kirin, li ser girên dîrokî û goristana Ermeniyan daşir, qabîn û otoparkê ava kir. Di saetên serê sibê de cihê ku Plaja Gel lê ye ji çûn û hatinê re hat girtin. Qeyûm li qadê bi kepçe û kamyonan xebatê dimeşîne.

Nûçeyê bixwîne

Koçerên Sêgirkê: Helîkoptêran konên me gulebaran kir

Koçerên li zozanên Sêgirka Şirnexê ji aliyê helîkoptêran ve hatin gulebarankirin. Konên koçeran şewitîn û gelek sewalên wan jî telef bûn. Koçer ji ber êrîşan çûn zozanek din.

Nûçeyê bixwîne

YJŞ li Reqqayê tola jinên êzidî hiltîne

Li Reqqayê bi pêşengiya YJŞ’yê şervanên jin operasyonên taybet bi ser hin nokteyan de digirin û li şopa jinên êzidî diğerin. Fermandara YJŞ’yê Denîz Dag Şengal wiha got: “Em ê jinên xwe ji wê tariyê rizgar bikin.”

Nûçeyê bixwîne

Polis kesî nêzî merasima cenazeyê Oso yê Kobanî nake

Polîsan derdora Mizgefta Hasan Zeynep a li Ferîkoy ku merasima cenazeyê Raşît Oso (8) yê Kobanî ku polisan bi maşîna zirxî qetil kir, dorpêç kirin û destûr nade kes nêzî mizgeftê û merasima cenaze bibe. Hat zanîn ku Oso di Dibistana Sûriyeyiyan de di pola 2'emîn de xwendekar bû.

Nûçeyê bixwîne

OSP’ê nobeta Wîcdan û Edaletê ziyaret kir

Serokê Giştî yê OSP'ê Sinan Çiftyurek, Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçu ziyaret kir. Çiftyurek, bertek nîşani dorpêça polîsan da û bang li her kesan kir ku li dora kurdan bibin glok.

Nûçeyê bixwîne

ÎRA: Li Tirkiye 171 rojnameger girtî ne

ÎRA rapora binpêkirina mafê rojnamegeran û êrîşên li ser saziyên çapemeniyê ya meha tîrmehê aşkere kir. Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan, diyar kir ku Tirkiye her ku diçe dibe girtîgeha rojnamegeran. Boltan, da zanîn ku niha li Tirkiye 171 rojnameger girtî ne.

Nûçeyê bixwîne

CHP’ê piştgirî da Nobeta Wîcdan û Edaletê

Parlamenter, endam û rêveberên CHP'ê yên Stenbolê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçu daye destpekirin ziyaret kir û piştgirî da nobetê.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegerê Fransî li Şirnexê hat girtin

Rojnamegerê Firansî Loup Bureau ku ji bo şopandina nûçeyan hat Şirnexê bi îdîaya “Alikarî û piştevanî daye rêxistinê" hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

QSD li Reqqayê pêşve diçe

Pêşveçûna QSD'ê ya li Reqqayê didome. Dema QSD'ê sivîl ji DAIŞ`ê xelas kirin, mayînên DAÎŞ'ê bi wan de teqiya, di teqînê hinek sivîl birîndar bûn. Li aliyekî din, li gelek taxên Reqayê şer didome û şervan bi pêşve diçin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Dogru 9 rojin di bin çavan de ye

Rojnameger Rojhat Dogru yê 25’ê Tirmehê hat binçavkirin 9 rojan di bin çavan de tê girtin. Dogru ku duh li midûriyeta polîsan îfadeya wî hate girtin, li bendê ye îro derxin pêşberî dozgeriyê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 68 / 830