Rojane

Dozger di doza Cumhuriyetê de ji wekilê CHP'ê cezayê muebetê xwest

Dûniştina doza Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dundar, Nûnerê Rojnameye yê Enqereyê Erdem Gul û parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dozger ji Parlamenterê CHP'ê Berberoglu cezayê muebetê û ji Erdem Gul û Can Dundar re her yek 10 sal ceza xwest.

Nûçeyê bixwîne

Îşkenceya 'Domuz Bagi' disa dubare dibe

Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz Umit Dede, çavdêriyên xwe yên li ser Girtîgeha Tîpa T a Wanê parve kir û diyar kir ku li girtîgehan îşkenceya “Domuz Bagi” ji nûve dubare dibe. Umit Dede, anî ziman ku kesên îşkence li ser girtiyan kirine gotine "Em ne gardiyan in. Êdî girtîgeh dê bibin girtîgehên rastîn' û gef xwarine.

Nûçeyê bixwîne

Li Sêrtê di serdegirtina malan de 2 jinan jiyana xwe ji dest da

Di operasyona polîsan li darxist de 2 jin hatin kuştin. Walîtiyê diyar kir ku jinên hatine kuştin PKK’î ne û di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeyê bixwîne

'Tu niyata me nîne ku em sedsalek din jî winda bikin’

Siyasetmedarên kurd ên li Îzmîrê, bal kişandin ser girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurd û wiha got: “Gelê kurd divê di demek kurd de di bin navê ‘yeketiya neteweyî’ de kom bibin xwe bikin yek. Tu niyata me nîne ku em sedsalek din jî winda bikin.”

Nûçeyê bixwîne

Ji ber berfê nexweşxane tije bûn

Li Stenbolê, ji ber barîna berfê ya zêde nexweşxane tije bûn. Li rêyên ku ekîpmanên şaredariyê li hemberî barîna berfê baş tevdîr negirtin, qeşa çêdibe û ji ber vê qeşayê gelek kesên dişemitin çavên xwe li nexweşxaneyan vedikin.

Nûçeyê bixwîne

'Feraseta dewletê ya 24 sal berê qet neguherî'

Li Îzmîrê, Nerîman Ay (61) a di salên 90'î de bi awayekî giran rastî îşkenceya polîsan hat û di dema vê îşkenceyê de guhê wê yê çepê ker bû diyar kir ku, 24 sal e feraseta dewletê qet neguheriye û got, dema wê li Silopiyayê bedena Dayika Taybetê ya bi rojan li nav kuçeyan hat hiştin dîtiye, dubare wan êşên 24 sal berê hîs kiriye.

Nûçeyê bixwîne

Muhammedê biçûk dixwaze bixwîne

Muhammed (8) ê ji ber nexweşîneke xwe ya ji dema welidînê ve wek mirovên extiyar dixuyê û biçûk tê xistin, nikare biçe dibistanê. Malbata wî, ji bo Muhammed li malê bê perwerdekirin li perwerdekarekî/e ku bikaribe bi kurdî-erebî dersê bide digere.

Nûçeyê bixwîne

‘Çareseriya krîza Sûriyeyê federasyon e'

Endamê komîteya rêxistinbûyînê ya Federalîzma Sûriyeya Bakur Ferhat Dêrik wiha got: "Çareseriya krîza Sûriyeyê federasyon e. Divê em gelên bûne dijminê hev bînin gel hev. Ev jî bi federasyona demokratîk pêkan e."

Nûçeyê bixwîne

Dozên Amedê neqlî bajarên din, yên bajarên din jî neqlî Amedê dikin

Dadgeh, dozên parlementerên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan, bi hinceta "ewlehiyê" neqlî Amedê hatin kirin, lê dozên li Amedê jî bi hinceta "ewlehiya cemaweriyê" neqlî bajarên din kirin.

Nûçeyê bixwîne

Sazbendên betal: Li cihekî xwîn lê birije, dê çawa dawet bên kirin?

Domên li Nisêbînê yên li dawetan sazbendiyê dikin û bi vî awayî debara xwe dikin, piştî qedexeyan ji ber dawet êdî nayên kirin betal man. Ayten Engîn a ku pirsî, li cihekê xwîn lê birije dê çawa dawet bên kirin wiha got: "Em dixwazin li mala xwe ya serobero, bêyî kes daxilî me bibe bijîn."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 680 / 830