Rojane

13 kes li Rihayê hatin girtin

Li Rihayê ji 250 kesên piştî êrîşa li Beşîktaşa Stenbolê hatin binçavkirin piştî 22 rojan jê 39 kes sewqi dozgeriyê kirin. Ji 39 kesan 13 kes hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Bilançoya giran a OHAL'ê ya ji nû ve hat dirêjkirin

Di encaya OHAL'ê ya ku hikûmetê bi gotina "Ger OHAL nehata îlankirin me ev tişt nedikir" careke dir dirêj kir, parlamenterên HDP'ê, hevşaredar, akademîsyen, rojnameger û rewyenbîr jî di nav de ji 100 hezarî zêdekir binçavkirin çêbû û bi deh hezaran kes hatin girtin. Îşkence û muameleya xirab derket asta herî jor, komele, rojname û radyo hatin girtin. Careke din dirêjkirina OHAL'ê fikarên raya giştî zêdetir kir.

Nûçeyê bixwîne

Li Îzmirê operasyona Reina

Li Îzmirê têkildarî êrîşa li Reîna ya Stenbolê ku 39 kesan jiyana xwe ji dest da operas pêk hat û 5 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Malbata 3 jinên siyasetmedar: Ew bi şev û roj bigel re bûn

Di ser 3 jinên siyasetmedar ên kurd Fatma Uyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr ên di 4'ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin re salek derbas bû. heval û malbatên 3 jinên kurd ew bibîr anîn û diyar kirin ku ew bi şev û roj di nava gelê xwe de bûn û ew vîna gel bûn. Dayika Pakîze Nayirê Behiyeye Nayir diyar kir ku keça wê digot "Mirin be jî serkeftin be jî bila bi hevre be."

Nûçeyê bixwîne

'Her malek dibistanek e'

Zimanzan Zana Farqînî girtina sazî û dezgehên zimanê kurdî rexne kir û diyar kir ku girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û saziyên din ên kurdan dijqanûnî ne. Farqînî, anî ziman ku dema ferhenga kurdî diyarî rayedarên dewletê hatin kirin ne qedexe bû, lê îro saziya van û ferhenga wan hatiye qedexekirin. Hevserokê Akademiya Ehmedê Xanî Îbrahîm Halîl Taş jî anî ziman ku her malek dibistanek e.

Nûçeyê bixwîne

Bi tonan axê dikişîne û nan dibe mala xwe

Li Edeneyê, Cûmalî Mendeş ku tevî hevjîna xwe li serayê dixebite diyar kir ku, li gel nexweşe jî rojê bi heqê 50 TL'yî bi tonan axê dikişîne û bi vî awayî li zarokê xwe dinere. Mendeş wiha got: "Li gel ji kezeba xwe nexweş im jî, ji bo muhtacî kesî nebim dixebitim."

Nûçeyê bixwîne

Pirtûka Mehmet Ûzûn û şal û şepik wek delîlên sûcî hatin hesibandin

Li Mûglayê, bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşa bombeyî ya li Stenbolê ku 45 kes têde miribûn re heye, kesên hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, derket holê ku kincên wan î herêmî û pirtûkên Mehmet Ûzûn ên li mala wan wek delîlên sûcî hatine hesibandin.

Nûçeyê bixwîne

Mîrateya ku 2000 sal in ser piya maye: Keleha Necmê

Li Suriyeyê di dema şer de rêxistinên çeteyan tenê bi sed hezaran welatî qetil nekirin, her wiha li cihê ku dagirkirin mîrateya mirovahiyê, avahiyên dîrokî jî rûxandin. Berhemên dîrokî yên ku dikaribûn hilgirin dizîn, yên nikaribûn hilgirin jî xirab kirin. Ji van yek jê jî Keleha Necmê ye. Piştî Minbic ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, ev keleha dîrokî jî bêyî bi tevahî bê hilweşandin rizgar bû.

Nûçeyê bixwîne

Li Şakranê ji ber bi tirkî nizanin rastî îşkenceyê hatin

Li Girtîgeha Zarokan a Şakranê, hat îdiakirin ku bi hinceta 2 zarokên Kobaniyî bi kurdî axivîne, tevî 4 zarokên li heman qawîşê, bi vegotinên nîjadperestî û zayendî rastî îşeknceyeke fîzîkî ya 50 gardiyanî hatine.

Nûçeyê bixwîne

Atolyeya Komun Kîlê di hedefa êrîşên nîjadperest de ye

Atolyeya Kîlê ya Civata Çand û Hunerê ya Polenê ya bi pêşengiya komek jinên ciwan hat vekirin, rastî êrîşên komeke nîjadperest a ji aliyê rêveberiya zanîngehê, OGB û polîsan ve tê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 700 / 830