Rojane

21 siyasetmedarên kurd hatin girtin

Li Dîlokê û Îdirê ji 45 kesên ku di demên cuda de hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê kirin. Ji 45 kesên sewqî dadgehê hatin kirin li Dîlokê 15 û li Îdirê jî 6 kes hatin girtin. Li Stenbolê jî polîsan bi ser avahiya HDP'ê û malên rêveberên HDP'ê de girtin û 6 kes binçav kirin. Di serdegirtina avahiya HDP'ê de nivîsa "Em dîsa hatin hevalên bi fîstan" nivîsandin.

Nûçeyê bixwîne

Cenazeyê Fatma Morsumbul hat definkirin

Ji Dayikên Aştiyê Fatma Morsumbul a ku bi salan e ji bo aqûbeta kurê xwe yê hate windikarin bipirse têdikoşiya û jiyana xwe ji dest da li gundê xwe hate definkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Roboskê 2 kesên din jî hatin binçavkirin: Gefa merasîma bîranînê li dar nexin!

Li gundê Roboskê ku sibehê 5 sal derbas dibe beriya merasîma bîranînê 2 kesên din hatin binçavkirin. Hate îdiakirin ku malbatên mexdûran ji aliyê qereqolê ve bi gotina "heke hûn merasîma bîranînê li dar bixin ên di bin çavan de bên girtin" hatine tehdîdkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dê îro siyasetmedarên kurd derxin dozgeriyê

Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk û Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Seydi Firat jî di navde 9 siyasetmedarên kurd ên duh di operasyona li dijî KCD'ê de hatin binçavkirin dê îro sewqî dozgeriyê bên kirin.

Nûçeyê bixwîne

Doza Hevserokê DBP'ê Yuksek taloq kirin

2'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a firehkirina lêkolînê red kir û doz taloq kir.

Nûçeyê bixwîne

Dayika Şemiyê Morsumbul a nexwest dayikên din êşê bijîn jiyana xwe ji dest da

Dayika Şemiyê Fatma Morsumbul a kurê xwe Huseyin Morsümbul, di serdema darbeya 12'ê îlonê de winda kir, jiyana xwe ji dest da. Morsumbul, gotibû "Ji bo dayikên din êşê nejîn ez aştiyê dixwazim."

Nûçeyê bixwîne

Malbata Seftar Taş li benda daxuyaniya rayedaran e

Malbata leşkerê bi navê Seftar Taş ê ku hate îdiakirin yek ji leşkerên ji aliyê DAIŞ'ê ve hat şewitandin e 5 roj in li benda daxuyaniya rayedaran e.

Nûçeyê bixwîne

Ciwanên AK Partiyê gef li akademîsyen xwarin

Li Eskişehirê, akademîsyenên ku deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin rastî gefên Ciwanên AK Partiyê hatin. Ciwanên AK Partiyê afîşa 'Em akademîsyenên terorîst li zanîngehê naxwazin" li deriyê Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Anadolu Alk. Doç. Dr Ugur Kara zeliqandin.

Nûçeyê bixwîne

Welatiyên êzidî dibin kampên AFAD'ê

Welatiyên êzidî yên ku nêzî 3 sal in li kampa Şaredariya Yenîşehîrê dimînin bi tayînkirina qeyûm ve li kampên AFAD'ê tên bicihkirin. Hate hînbûn ku dê ji îro pêve êzidiyan bibin kampên AFAD'ê.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûmê Amedê serokên Daîreyan tev guhertin

Qeyûma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla ku bi ewlehiyek taybet tê parastin, zorê li karkerên şaredariyê dike ku sîxûriyê bikin. Qeyûma Amedê ku vîna meclîsê ji destê wê girt û cihê her kesî diguherîne, niha jî Serokê Daîreyan diguherîne û mirovên xwe bi cih dike.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 720 / 830