Rojane

Qeyûm tayînî Şaredariya Xalfetiyê kirin

Qeymeqamê Xalfetiyê Şeref Albayrak wekî qeyûm tayînî Şaredariya Xalfetiyê hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Balafirên TSK'ê 21 jê zarok 72 sivîl kuşt

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku di êrîşa balafirên şer ên Tirk de 21 zarok bi giştî 72 sivîl li Babê jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

DAIŞ'ê leşker Sefer Taş şewitand lê Wezîr Soylu hêj bersiv neda ye

Malperên nûçeyan bi dîmen û wêneyan şewitandina 2 leşkerên TSK'ê yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn revandin belav kir. Dema leşker hatin revandin, Parlamenterê HDP'ê Mehmet Emîn Adiyaman di kanûna 2015'an de têkildari revandina leşker Sefer Taş pirsname da meclîsê. Wê demê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu vû Wezîrê Parastina Neteweyî 20 roj berê bersîva "Em dê agahî bidin" parve kiribûn.

Nûçeyê bixwîne

IPA’ê ji bo Asli Erdogan û Necmiye Alpay bang li ji Komîsyona Mafên Mirovan a NY'ê kir

Sekretera Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî (IPA) Benoit Muller, bi daxwaznameyeke serî li Raportorê Taybet ê Azadiya Raman û Îfadeyê yê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbîyî (OHRC-NY) David Kaye da û xwest beşdarî rûniştina doza nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay bibe.

Nûçeyê bixwîne

Têlên rêsayî ji serdana goran re jî asteng in

Malbata Medenî Orak ê di 2015'an de polîsan bi maşîna zirxî gulebaran kir û kuşt, ji ber têlên li dora taxê nikarin biçin gora kurê xwe ziyaret bikin.

Nûçeyê bixwîne

'Şirnex, Nisêbîn, Cizîr û Geverê tenê nehêlin'

Zivistan hat lê hîn bi hezaran malbat li Şirnex, Cizîr, Gever û Nisêbînê di konan de dijîn. Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê Mûstafa Ocaklî ji bo malbatên di konan de dijîn bang li her kesî kir ku alîkarî û piştevaniya gelê Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û Geverê bikin.

Nûçeyê bixwîne

'Ocalan mifteya çareseriyê ye'

Hemwelatiyên Amedê li dijî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bertekên xwe anîn ziman. Amediyan dest nîşan kir ku, Ocalan ji bo avakirina aştiyê û çareseriyê şansek mezin û got, mifteya çareseriyê Ocalan e. Amediyan diyar kir ku, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî tecrîdkirina li ser Ocalan e û banga yekîtiya û li derdora Ocalan bibin xelek li gelê kurd kirin.

Nûçeyê bixwîne

Di kongreya HDP'ê de wênekişandin sûc e!

Li Edeneyê, di fezlekeyên der barê kesên di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê hatin binçavkirin hatin amadekirin de, wênekişandina di kongreya HDP'ê de wek "Propagandaya rêxistinê" hat nirxandin.

Nûçeyê bixwîne

Jina hat derbkirin: Ji tirsa hevjînê xwe neçûm nexweşxaneyê

Li Edeneyê, jina ducanî ya bi navê Y.U.T. a polîsan li ber aliyê derb kir diyar kir ku, her çiqas wê gotiye ew ducanî ye jî hatiye derbkirin û wiha got: "Ji ber tirsa hevjînê xwe neçûm nexweşxaneyê. Min xwest gilî bikim, lê ez ê kî/ê li kî/ê gilî bikim. Heke gilî bikim, wê min sûcdar derxînin. Ji ber wê, min gilî nekir."

Nûçeyê bixwîne

Wekîla Seroka Meclîsê Pervîn Buldan hat berdan - LEZGÎN

Parlamentera HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê û Wekîla Seroka Meclîsê Pervîn Buldan li mala xwe hat binçavkirin. Piştî îfade da serbest hat berdan

Nûçeyê bixwîne

Rupel 729 / 830