Rojane

Demîrtaş: Divê Davutoglu bê darizandin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina doza der barê wî de hatiye vikirin bû. Demîrtaş, di rûniştina dozê de diyar kir ku polîsê Sefîrê Rûsya Andrey Karlov kuşt di serdema Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu de xistine kar û di serdema wî de bajarên kurdan hatin xerakirin û wêrankirin. Demirtaş, diyar kir ku divê yê bê darizandin Davutoglu ye.

Nûçeyê bixwîne

Meclîsa Şaredariyê Yenîşehîrê: Em bi qeyumê re naxebitin

Koma Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê bi civîna çapemeniyê diyar kir ku ew bi qeyumê re naxebitin û dê li avahiya DBP’ê ya Yenîşehîrê xizmeta gel bikin.

Nûçeyê bixwîne

Vîna ji sedî 86.6’an nas nekirin û qeyûm tayîn kirin

Şaredariya Geverê ku ji sedî 86.6 deng û vîna DBP'ê hat hilbijartin hevşaredarên wê hat girtin û li şûna hevşaredaran Qaymaqam Mahmut Kaşikçi wek qeyûm hat tayînkirin. Hevserokê HDP’ê yê navçeya Geverê Fikrat Turgut diyar kir ku tayînkirina qeyûm bêrêziya li hemberî vîna gel e.

Nûçeyê bixwîne

Bira Sarisuluk: Êdî Ahmet Şahbaz leheng nîşan dan

Birayê Ethem Sarisuluk Îkar Sarisuluk ê ji aliyê polîs Ahmet Şahbaz ve hat kuştin, bertek nîşanî 10 hezar 100 TL cezayên pereyan da û diyar kir ku êdî Ahmet Şahbaz leleng nîşan dan û dê perê wî bilintir bikin. Sarisuluk diyar kir ku dê dozê bibin DMME'ê.

Nûçeyê bixwîne

Îro jî gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Li Şirnex, Stenbol, Wan, Hatay û Îzmirê gelek kes hatin binçavkirin û gelek kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Di bin sermaya 20 pîle de elok-şamiyan difiroşin

Bi hatina sersalê re, Elok-Şamiyên ku li gundan mezin bûne li bazarên Elok-Şamiyan cihê xwe girtin. Firoşkerên elok-şamiyan ku di demsala havînê de bi kedek mezin elok xwedîkirin, bi nêzîkbûna sersalê re anîn Bazara elokşamiyan. Firoşker, li gel sermaya 20 pîle elok-şamiyan difroşin. Elokfiroş li gorî sala par erzan difiroşin û di navbera 80-100 TL de difiroşin.

Nûçeyê bixwîne

Qeyika penaberan noqî avê bû: 4 jê zarok 5 kes mirin

Li peravên girava Madenê qeyika rêwiyên penaber barkiribû noqî avê bû. Di bûyerê de 4 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî şaredariya Hawêlê ya DBP’î kirin

Hevşaredarê Hawêlê Ali Aydin piştî hat binçavkirin û girtin, qeyûm tayînî şaredariya Hawêlê hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Qedexeyên 3 navçeyên Amedê rabûn

Walîtiya Amedê bi hinceta operasyona leşkerî li 14 gundên Farqînê û 7 gundên di navbera Lîcê, Dara Hênê û Karazê de qedexeya derkatina kolanan îlan kiribû. Walîtiyê diyar kir ku qedexeyên derketina kolanan bi dawî bûye.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameyên ereb: Polîsê tirk ji bo tola Helebê hilîne Sefîrê Rûsya kuşt

Çapemeniya welatên ereb îro bûyerên kuştina sefîrê Rûsiya yê Tirkiyê, Biryara Konseya Ewlekariya ya belavkirina çavdêran li Helebê, civîna wezîrên ereban, êrîşa Urdinê û êrîşa teroristana ya li Elamaniya pêk hat kirin manşetên rojnameyên xwe. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Polîsekî Tirkiyê ji bo tola Helebê sefîrê Rûsiya kuşt" derxist pêş.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 735 / 830