Rojane

Botan: Bajar xera bû, lê gelê Botanê li ser piyan e

Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan ji bo piştgiriya gelê Şirnexê hat bajêr, diyar kir ku daxwazeke gelê Şirnexê ne ji dewletê ji gelê kurd e û wiha got: "Bajar hatiye rûxandin, lê gelê Botanê li ser piyan e. Divê em gelê xwe mohtacî dewletê nekin."

Nûçeyê bixwîne

Dengbêj Salihê Şirnexî çû lê stranên wî man

Dengbêj Salihê Şirnexî yê ku di qedexeya Silopiya de jiyana xwe ji dest da li pey xwe kilamên giranbuha hiştin. Her çend bedena wî çû jî stran û klamên wî bi awaza dengbêjên botanê ji nûve zindî dibin.

Nûçeyê bixwîne

Kafeya komunê ya Qersê

Li Qersê, kafeya ku aliyekî wê wek qada pirtûkxwendinê tê bi kar anîn û bi awayekî komunî tê birêvebirin, dahata jê tê ji bo bicihanîna pêdiviyên xwendekarên ku rewşa wan î aborî nebaş e tê bikaranîn.

Nûçeyê bixwîne

'Ji bo em xakên Sûriyeyê azad bikin bi pêş ve diçin'

Rustem Reqa yê ji destê DAIŞ'ê reviya û tevlî refên QSD'ê bû û li refên herî pêş ên operasyona "Xezeba Firatê" cih digire wiha got:"Ji bo em xakên Sûriyeyê azad bikin bi pêş ve diçin."

Nûçeyê bixwîne

Meşa di rê de jî sûc e!

Di îddianameya belavkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'ê hatin girtin, Hakan Ergun jî di nav de, der barê 12 jê girtî 14 kesan hat amadekirin de, parvekirinên civaka medyayî û meşa di rê de ya Ergun wek delîlên sûcî hatin nirxandin.

Nûçeyê bixwîne

Bavê Enes Ata: Edaleta piştî 10 salan bê, ez ê çi bikim jê!

1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê polîsên kujerên Enes Ata yê 8 salî ku di sala 2006’an de li Amedê di encama gulebarana polîsan de hat qetilkirin, doza beraatê dike. Bavê Enes Ata, Selamattîn Ata anî ziman ku, ew 10 sal e cîgera wî diêşe û wiha got:"Edaleta piştî 10 salan bê, ez ê çi bikim ji wê edaletê."

Nûçeyê bixwîne

Guven: AKP-MHP û Erdogan li dijî Ocalan bûn yek

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tecrîda li ser Ocalan wek sûcê mirovahiyê bi nav kir û li ser polîtîkayên li dijî Ocalan jî wiha got: “AKP-MHP û Erdogan ‘Îmhkarina Birêz Ocalan’ jî di nav de dixwazin gelek tiştan bikin. Lê bi vê yekê nasekinin. MHP û AKP dixwazin Ocalan ji holê rakin û li ser vê yekê siyaseta xwe bidin meşandin.”

Nûçeyê bixwîne

Navên bavên wan ên berxwedêr bûn para wan

Bavên wan di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan û nav û berxwedan ji bo Bêkes û Sahîbê piçûk ma.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî Şaredariya Artûklûyê hat kirin

Şaredariya Artklûyê ya hevşaredarê wê ji peywirê hat girtin, wek qeyûm Qaymeqamê Artûklûyê Şakîr Oner Ozturk tayînî wê hat hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Eskîşehîr û Konyayê êrîşî avahiyên HDP'ê kirin

Polisan bi ser avahiyên HDP'ê yên Konya û Eskîşehîrê de girt û 9 kes binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 753 / 830