Rojane

Mudurê Girtîgehê Akkûş: Ez ê destên we bişkînim

18 girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa M a Çankiriyê ku li dijî bicihkirina kamerayan derketin rastî gefên mudurê nû Huseyyîn Akkûş ên wekî "Heke hûn dest bidin kamerayan, ez ê destên we bişkînim" hatin.

Nûçeyê bixwîne

Endezyarê Madenê: Çavbirsîtiya karsaz bû sedama hezaza Şîrwanê

Hat zanîn ku mufetîşên Madenê yên Kana Şîrwanê ji ber "hinceta ewlehiyê" li madenê lêkolîn ne kirine û Endezyarê Madenê Dogan Hatun diyar kir ku dikaribûn pêşî li hezazê bihata girtin û çavbirsîtiya karsaz bû sedema hezazê.

Nûçeyê bixwîne

Li dijî rûxantinê serhildana darekê

Li taxa Kanîka ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dewletê hemû xaniyên taxê xera kiriye û kevir li ser kevir nehiştiye. Li taxê şûna mal, kolan, rez û baxçeyan moloz mane. Di navan molozan de dara mandalînê wek şahidê berxwedana taxê disekine û serî hildaye. Dara ku qirnê wê jî derketiye derve ji zindîtiya xwe tu tişt winda nekiriye.

Nûçeyê bixwîne

Bavê Fîgen Yuksekdag keça xwe vegot: Em ne li pişt wê ligel wê ne

Bavê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Mevlut Yuksekdag, diyar kir ku hêj keça wî 17 salî bû ji ber nirxên jê bawer dikin ji malê derketiye û wiha got: "Keça min cara yekê nîne dikeve girtîgehê beriya niha jî ketibû girtîgehê."

Nûçeyê bixwîne

Her du 'Rohat' ên hatin qetilkirin di heman klîbê de ne

Strana ji bo rêvebirê HADEP'ê Rohat Karadenîz ê dema li Cihangîrê diçû mala xwe hat qetilkirin hat nivîsîn piştî 16 salan diyarî rojnameger Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hat qetilkirin hat kirin û dê klîp jê re bê çêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Gola Wanê her diçe qirêj dibe

Şaredariya Westanê ya AKP'yî ya ku got 'bimesrefê kêm' û çopên xwe dirijîne keviyên Gola Wanê, ji ber vê her diçe qirêjiya li keviyên golê zêde dibe.

Nûçeyê bixwîne

Îdiaya di rapora pêzaniyê ya wezaretê de nelirêtî heye!

Li Sûrê, niştecihên Taxa Îskenderpaşayê ya di çarçoveya îstîmlaqa lezgîn de ye, bi teblîgata ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn hat şandin re bi darê zorê ji malên xwe tên derxistin. Ji aliyê xwediyên malan û parêzeran tê îdiakirin ku, di rapora pêzaniyê ya ji niştecihên taxa ku wê malên wê bên rûxandin û veguherînin qereqolan hat şandin re nelirêtî derketiye holê.

Nûçeyê bixwîne

Bikarhênerê tiryakê: Polîs tiryakê dida min

Bikarhênerê tiryakê yê bi navê A.D. diyar kir ku, tiryak bi destê polîsan dikeve taxên Guneş, Şafak û Habîplerê yên navçeya Kepeza Antalyayê, ku herî zêde kurd lê dijîn û wiha got:"Li qereqolê polîs tiryak da min û xwest ez li taxên kurd lê dijîn bifiroşim. Dema derdiketin derveyî taxên kurdan, polîs gef li me dixwarin û em binçav dikirin."

Nûçeyê bixwîne

Li gel jiyaneke di nav şert û mercên zehmet de, dema zivistan jî lê zêde bibe...

Nêzî hezar û 200 penabarên ji ber şerê li Sûriyeyê, li Edeneyê di konên ku bi derfetên xwe vedan de dijîn, di nav şert û mercên zehmet de, ji bo jiyînê li ber xwe didin. Li gel betalbûyînê, penaberên ji hijyeniyê mehrûm dijîn bi nexweşînan re rû bi rû ne û her wiha ji ber şert û mercên zivistanê jî, di bin rîsk û xetereyên cuda de ne.

Nûçeyê bixwîne

Zarok TV: Ji cihê mayî em ê berdewam bikin

Qenala kurdî ya zarokan Zarok TV a di 28'ê îlonê de bi KHK'ê hatibû girtin, di 9'ê kanûnê de dest bi serdema weşana xwe yî nû kir. Gerînendeya Weşana Giştî ya Zarok TV'yê Dîlek Demîral diyar kir ku, wan dizanibû biruara girtinê biryareke xelet e û got, ew ê ji cihê mayî berdewam bikin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 762 / 830