Rojane

Berteka li dijî qeyûm: TTB ji Konseya Bajêr a Mêrdînê vekişiya

Konseya Bajêr a di 2002'yan de li Mêrdînê hat avakirin, yek ji avakarên wê yî berê Serokê Şaxa TTB'a Mêrdînê Kamîran Yildirim bû. Yildirim ragihand ku, ew wek TTB'yê ji Konseya Mêrdînê vekişiyane.

Nûçeyê bixwîne

Dervîş: Temanê DAIŞ'ê tê dirêjkirin

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dervîş dest nîşan kir ku, bi vekişîna YPG'ê re TSK û OSO êrîşên xwe zêde kirine û got, êrîş temenê DAIŞ'ê dirêj dike, ew bi hêza xwe dikarin bajêr biparêzin.

Nûçeyê bixwîne

Bêyî bigihên hestiyên xizmên xwe çavên xwe damilandin

Wek Dayika Berfo ya bi gotinên xwe yî “Ji ber min digot wê kurê min bê, min derî û kulek vekirî hiştin" di bîra mirovan de ma, gelek Dayikên Şemiyê jî, bêyî bigihên hestiyên zarokên xwe yî hatine windakirin, li jiyanê çavên xwe damilandin.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredara Geverê Adile Kozay hat girtin

Hevşaredara Geverê Adîle Kozay a 5 roj berê hatibû binçavkirin, bi hinceta "endama rêxistinê" ye hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Mîtînga Stenbolê ya KESK'ê jî hat qedexekirin

Platforma Şaxên Stenbolê ya KESK'ê xwest di 11'ê kanûnê de li dijî OHAL'ê li Bazara Gel a Bakirkoya Stenbolê mîtîngekê li dar bixe, lê mîtîng ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredara Çelê Dûman jî hat girtin

Li Çelê piştî duh Hevşaredar Servet Tûnç hat girtin, îro jî hevşaredar Hîlal dûman hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Li parlamenterê HDP'ê Pir 4 doz vekirin

Dozgeriyê li Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pir ji ber axaftinên wî 4 doz vekir. Dozger heta 33 salan cezayê hepsê ji Pîr dixwaze.

Nûçeyê bixwîne

6 meh ceza dan parlamenterê HDP'ê Baluken

Li Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Baluken ê ku li Girtîgeha Kandirayê û ji ber axaftinên xwe yê mirovên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin qetilkirin tê darizandin 6 meh cezaya girtîgehê birîn

Nûçeyê bixwîne

Zarokê 9 mehî ji girtîgeha Mêrdîn şandin Sîncanê

Diyarê 9 mehî yê di 26'ê Îlonê de li gel dayika xwe Ferîde Komurcu hat binçavkirin û girtin ji Girtîgeha Merdînê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Sîncanê kirin.

Nûçeyê bixwîne

22 xwendekarên jahrînî bûn rakirin nexweşxaneyê

Li Rihayê 22 xwendekarên li dibistanê xwarin xwarin jahrînî bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 768 / 830