Rojane

7 kes hatin binçavkirin

Li Edene, Şirnex û Dersimê di serdegirtinê malan de 7 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Amed çû ala tirk hat

Qeyûma Şaredariya Bajarê Mezin têkildarî daxistina tabelaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê got “Em tabelaya xwe bi şiklê du zimanî nû dikin.” Lê di tabelaya nû de gotina “Amed” hat rakirin û li şûna wê ala "tirk" hat danîn.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê nexweş rastî êrîşa gardiyanan hat

Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 245'an de berdewam kir. Xizmên girtiyan di vê hefteyê de diyar kirin ku girtiyê nexweş Erol Zavar rastî êrîşa gardiyanan hatiye û nayê dermankirin.

Nûçeyê bixwîne

'Em ê lêgerîna xwe ya windayan bidomînin'

Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan ên li Amed û Îzmîrê hatin cem hev aqûbeta xizmên xwe pirsîn û peyama "Çi dibe bila be em ê lêgerîna xwe ya ji bo windayan bidomînin" dan.

Nûçeyê bixwîne

Taşkaya ya ku 23 sal in aqûbeta bavê xwe dipirse: Ez ê Qada Galatasarê dewrî zarokên xwe bikim

Keça Huseyîn Taşkaya ya ku 23 sal in aqûbeta bavê xwe yê di bin çavan de hate windakirin, Serpîl Taşkaya diyar kiri ku ew ê qadê dewrî zarokên xwe bike.

Nûçeyê bixwîne

Di ser bombekirina Ozgur Ulke re 22 sal derbas bû lê…

Xebatkarên çapemeniya azad, bi minasebeta 22’emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke û qetilkirina rojnameger Ersîn Yildiz, li Kadirga daxuyanî dan. Xebatkaran, nameya ji bo Ersin Yildiz nivîsandibûn xwendin.

Nûçeyê bixwîne

Kiliçdaroglu: Yên dewletê bi rêve dibin berê tedbîran digirin

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu çû serdan gorên kesên di şewata Aladagê de jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku piştî qeza çêdibin divê ders jê bên girtin û wiha got: "Lê mirovên zane dewletê bi zanebûn birêvedibin, yên ku dewletê bi danahevê birêve dibin destpêkê tedbîran digirin."

Nûçeyê bixwîne

Bavê Sezgîn Tanrikulu yê CHP'î wefat kir

Bavê parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, mamosteyê teqawît Fehmî Tanrikulu yê 79 salî duh êvarê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Dayika ku her roj diçe li ser gora kurê xwe: Min gelek bêriya te kiriye

Dayika bi navê Vehbiye Akyuz a ku kurê wê li Cizîrê hat kuştin şerpeya reş qet li serê xwe dernexist her roj diçe li ser gora kurê xwe û hesreta xwe tîne ziman.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûmê tabelaya Şaredariya Amedê ya kurdî daxist

Qeyûma ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, tabelaya şaredariyê ya kurdî û tirkî daxist.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 781 / 830