Rojane

Endamên Mala Gel ên xwestin biçin Xezxêrê hatin binçavkirin

Endamên Mela Gel ên ku xwestin biçin gundê Maden ê Şîrwanê ku cînayetên kar lê hatiye jiyîn li Sêrtê bi îdîaya "Dê li ser navê DHKP-C'ê çalakiyekê bikin" hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Divê tu zarok bêyî dayîk û bav neyên hiştin'

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya hefteya 609'emîn de keça Nîhat Aydogan ê ku polîsan ew binçav kir û winda kirin Necmiye Aydogan got: "Divê tu zarok bêyî dayîk û bav neyên hiştin" û aqûbeta bavê xwe pirsî.

Nûçeyê bixwîne

Nêviyê xebatkarên Şaredariya Peyasê îxrac kirin

Bi biryara KHK’ê ji 108 kadroyên Şaredariya Peyasê ya DBP’î 57 kadro hatin îxrackirin. Şaredariya ku 5 cîgirê serokan hat îxrackirin hemû personelên midûriyeta îmarê ji peyvirê hatin girtin. Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, diyar kir ku ev dixwaza avakirina bingeha rantê ye.

Nûçeyê bixwîne

Rêveberên Partiya Şoreşger hatin binçavkirin, dayik hat girtin

Polîsan bi ser Partiya Şoreşger de girt û gelek endam û rêveberên MYK’ê û Meclîsê binçav kirin. Li Sîlopya jî dayika 5 zarokan hat girtin

Nûçeyê bixwîne

Birayên Reqqayî: Ji bo malbatê ji DAIŞ’ê rizgar bikin şer dikin

Birayên Reqqayî Îbrahîm û Hesen ên di operasyona "Xezeba Firatê” de cihê xwe digirin bi kelecana ku malbata xwe rizgar bikin şer dikin. Birayan, anîn ziman ku dê tola îşkenceya li xwiş û birayên wan hatine kirin ji DAIŞ'ê hilînin.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredara Norşînê Ata hat girtin

Hevşaredara Norşînê Senayet Ata hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Debara xwe bi elelokan dike

Welatiyê bi navê Yakup Armut, elelokên ku di werza biharê de dema hîn çêlik bûn girtin û di dorhêla xwezayê de mezin kirin, bi hatina zivistanê re dest bi firotina wan kir.

Nûçeyê bixwîne

Qedexeya herî dirêj a cihanê salek li pey xwe hişt

Li naveçaya Sûrê ya Amedê par di dawiya meha mijdarê de qedexeya hatibû îlankirin û şerê dijwar qewimî li 6 taxên navçeyê salek li pey xwe hişt. Li navçeyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de avahiyên dîrokî jî heye hezar û 312 avahî bi temamî hatin xirakirin, piranî jî hatin texrîbkirin. Li navçeyê aborî jî têk çû.

Nûçeyê bixwîne

Îdiaya girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin, rastî îşkenceyê hatin

Hat zanîn ku, 15 girtiyên ji Kirikkaleyê sirgûnî Balikesîrê hatine kirin ji ber li dijî lêgerîna tazî derketine rastî îşeknceyê hatine û ji wê rojê tu agahî ji wan nayê wergirtin.

Nûçeyê bixwîne

Ciwanan tora tiryakê ya li Gedîzê vegot

K.S û E.T. yên ku tora tiryakê ya li Taxa Gedîzê ya ku gelheya kurdan lê zêde ye vegotin, diyar kirin ku tiryakfiroş û maddefiroş ji aliyê polîsan ve tên zanîn, lê belê ji dêvla polîs mudaxileyî tiryakfiroşan bike, wan diparêzin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 796 / 830