Rojane

Rêxistin rexne kir, lê bi tawanbariya propagandaya wê hat girtin!

Li Edeneyê welatiyê 70 salî yê bi navê Hasan Kirmizigul, di hesabên xwe yî medyaya civakî de parvekirinên ku PKK’ê rexne dikin kiri û ev parvekirinên wî wek “propagandaya PKK’ê kiriye” hat nirxandin û ji ber vê hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Der barê berxwedêrên Terolarê de 140 sal daxwaza cezayê girtîgehê!

Li Terolarê 28 kesên li dijî avakirina kampa penaberan dema xwestin bertek nîşan bidin, rastî mudaxileya polîs û cendirmeyan hatibûn. Di îddianameya der barê van kesan hat amadekirin de, ji bo her kesekî ji sal û 6 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê û cezayê pereyî hat xwestin.

Nûçeyê bixwîne

Der barê 55 xwendekarî de lêpirsîna Roboskiyê

Ji ber bîranîna Roboskiyê ya di 2015’an de li MKU’yê hat lidarxistin, Serdozgeriya Komarê ya Hatayê der barê 55 xwendekarî de lêpirsîn da destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Bi mohrekê qûtê 450 malbatan qut bû

Komeleya Debara Domdar û Têkoşîna Bi Xizaniyê re ya Wanê (VAN-DER), ku bi armanca çareseriya bingehîn li dijî xizaniyê dest bi xebatê kir, di nava 370 komeleyên hatin mohrkirin de hat mohrkirin. Bi mohrkirina VAN-DER'ê re qutê 450 malbatên xizan hat qutkirin.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredarên Sêrt û Dersimê hatın bınçavkırın

Polîsan li Sêrt û Dersimê bi ser avahiyên Şaredariyan û malên Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Hevşara Dersimê Nurhayat Altun de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Tuncer Bakirhan binçav kirin.

Nûçeyê bixwîne

Seyit Riza û hevalên xwe li Dêrsimê hatin bibîr anîn

Seyit Riza û hevalên xwe yên 79 sal berê hatin darvekirin li Qada Seyit Riza ku navê wî lê hatiye kirin hatin bibîr anîn. Girseya ku Seyit Riza bibîr anîn xwestin gora Seyid Riza bê dîtin û arşivên dewletê yên der barê komkujiyê de bên vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Lîcê heta dawî edalet

Platforma Licê li Edaletê digere li Enqereyê civîna agahdarkirinê pêk anî. Endamên Platformê diyar kirin ku ji bo rastî bê ronîkirin dê têbikoşin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Perîhan Kara hat girtin

Xebatkara Azadiya Welat Perîhan Kara li Cizîrê hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

5 rojnameger derketin pêşberî dadger

Rojnameger Oncu Akgul ku ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin nobeta Gerînendeya Weşana girtibû ligel 4 rojnamegeran derket pêşberhî dadgehê.

Nûçeyê bixwîne

Buroya Hiqûqê ya hat mohrkirin bi çîlîngirê vekirin

Wezîrê Karên Hundir ligel 370 komeleyan Buroya Hiqûqê ya Gel jî kîlît kir. Lê nûnerên Buroya Hiqûqê ya Gel û parlamenteran bi çîlîngir dîsa derî vekirin

Nûçeyê bixwîne

Rupel 823 / 830