Rojane

'Em dê hesaba kuştina 3 zarokên xwe bipirsin

Malbata Gerez ku 3 zarokên wan di 5 mijdarê de ji ber teqîna alavên leşkerî jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku wê heta dawî hesabê kuştina zarokên xwe bipirsin.

Nûçeyê bixwîne

Li Antakya dibe li Edeneyê nabe

Ostaya hunerên plastîk Bedîa Tuncer ku 8 salin li Antakya ostatiya hunera plastik kir, ji ber nasnameya jinê nekarîbû li Edeneyê karê xwe berdewam bike û betal ma. Tuncer, ji bo debara malbata xwe dest bi karê paqijiya malan kir.

Nûçeyê bixwîne

Nexweşxane bû warê tiryakan

Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê ya berê, li şûna xizmetê bide nexweşan bûye warê hişbir û tiryakê. Welatiyên derdorê jî ji ber vê rewşê bi fikar in.

Nûçeyê bixwîne

‘Li vî welatî hewldanên dawîlêanîna weşangeriya azad xeyalî ye’

Rojnamevan û nivîskarên ku li dijî daxwaza cezayê muebetê ya ji bo xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê yên girtî tê xwestin bertek nîşan dan diyar kirin ku, ev biryareke siyasî ye û wiha gotin: “Bi van îddianameyan derket holê ku, li vî welatî hewldana dawîlêanîna weşana azad tiştekî xeyalî ye.”

Nûçeyê bixwîne

Îdiaya ji ber formaya 'Kurdistan' hatiye binçavkirin

Welatiyê ku ji ber formaya li ser "Kurdistan" heye li xwe kiriye hatiye binçavkirin îdia kir ku 5 rojan hatiye derbkirin û rastî heqeretê hatiye.

Nûçeyê bixwîne

Hêza midûr a 'ji asîmanan avê bibarîne tuneye!'

Rêvebera ÎHD'ê ya Dîlokê Ayşe Erkabalci diyar kir ku li Girtîgena Tîpa L a Dîlokê zêdetirî 20 girtiyên nexweş nayên dermankirin û dema ku pirsgirêkên binpêkirinên mafan, îşkence û avê ji midûrê girtîgehê re ragihandine midûr ev yek nederewandiye û bi gotina "ji hêza me ya asîmanan avê bibarînin tuneye, dema ku tê didin" henekê xwe bi wan kiriye.

Nûçeyê bixwîne

‘Seyît Riza li girtîgehê înfaz kirin'

Apê Seyît Riza Şeran ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hate gotin di şewatê de jiyana xwe ji dest daye, Seydî Şeran diyar kir ku di canezeyê biraziyê wî de şopên şewatê tuneyebûye, bi derbên ji pişt serê xwe xwariyê jiyana xwe ji dest daye.

Nûçeyê bixwîne

Îstismar nedîtin, nebihîstin, nizanin!

Parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim têkîldarî qedexeya weşanê ya der barê 30 zarokên ku li wargeha Lîseya Îmam Xetibê ya Gergerê rastî îstismara zayendî hatin diyar kir ku ev hewldana girtina li ser bûyerê ye û rayedar wekî feraseta "min nedît, nebihîst, nizanim" a sê meymûnan e.

Nûçeyê bixwîne

Beybahçe 'herêma terorê ye em nikarin tiştekî bikin'

Welatiyê bi navê F.A. ku piştî komkujiya Dîlokê ya 57 kesan jiyana xwe ji dest dan ji bo cilên 2 biraziyên xwe yên hatin kuştin wergire çû Midûriyeta Polîsan a Dîlokê. F.A ku pirsa "We çima êrîşa komkujî asteng nekir?" pirsî, bersîva; “Wir wekî herêma terorê hatiye îlankirin, em nikarin tiştekî bikin” girt.

Nûçeyê bixwîne

Bi destkariyê 40 sal in debara xwe dike

Jina 65 salî Zeyneb Karakaş ku 40 sal in bi destkariyê debara malbata xwe dike, diyar kir ku ji ber derketina makîne û ji bîrkirina hunerê destan qîmeta karê wê nemaye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 829 / 830