Rojane

Parlementerên HDP'î çalakiya dengderxistinê li dar xistin

Parlementerên HDP'î yên di "Nobeta Wijdan û Edaletê" de ne bi kevçiyan li bariyeran xistin û bi pispîskê çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Avahiyên li hawirdorê jî piştevaniya çalakiya parlementeran kir û her wiha gelek navçeyên bajêr jî bi quşxane û miqilkan piştevaniya çalakiya dengderxistinê kirin.

Nûçeyê bixwîne

CHP: Divê Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê bê xurtkirin

Berdevkê CHP'ê Bulent Tezcan, der barê "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê de wiha got: "Her cure çalakiyên aştiyane û demokratîk ku xwesteka ji bo edaletê bilind dikin biqîmet in, divê bi rêzgirî bên pêşwazîkirin û divê bên xurtkirin."

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Yilmaz hat berdan

Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasi û Rojeva Medyayê Mehmet Emin Yilmaz ku 14 roj bûn di bin çavan de bû, bi şertê venêrîna edlî hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Wesayîta ku rê çêdikir bû sedema mirina 2 kesan

Wesayîta ku riya navbera Amed û Mêrdînê çêdike bû sedema mirina du kesan. Wesayîta kar ku ji rê derket li wesayîta ji Mêrdînê ber bi Amedê ve diçû ket, du kesên di erebeyê de mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Nûçeyê bixwîne

Piştî 14 rojan îfadeya rojnamegeran hat girtin

Nûçegihanên me dîhaberê Erdogan Alayamut û Nuri Akman 14 rojin di bin çavan de ne. Piştî 14 rojan îfadeay Akman û Alayumat hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Li Dersimê xetereya hebreşkê

Li gundê Pulurê ji ber nexweşiya hebreşkê (şarbon) 12 dewarên welatiyan mirar bûn. Gundiyan aşkera kir ku heta niha rayedaran tu tevdîr negirtine, ew bi derfetên xwe hewl didin tevdîran bigirin.

Nûçeyê bixwîne

Di roja 260'an de hewldana provokasyonê

Polîsan li Kolana Yukselê mudaxaleyî çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" kir. Polîsan Velî Saçilik binçavkirin. Li aliyê din komek din hatin cihê çalakiyê û nîşaneya gurê boz bilind kirin. Lê polîsan temaşe kir û mudaxale nekir.

Nûçeyê bixwîne

Hasan Cemal: Em dê mafê gel ê agahdariyê biparêzin

Rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê didome. Rojnamegeran li ber edliyê daxuyanî dan. Rojnameger Hasan Cemal, diyar kir ku ew li pişt rojnamegerên tên darizandin e û dê mafê gel ê agahdarkirinê biparêzin.

Nûçeyê bixwîne

OHAL'a li Îmraliyê qet neqediya

Buroya Hiqûqê ya Asrinê dê sibê rapora der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de aşkera bike. Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku li Îmraliyê her dem OHAL hebû û diyar kir ku pêşketinên li Îmraliyê her dem bandorê li ser Tirkiyeyê dike.

Nûçeyê bixwîne

Demîrtaş banga parastina Sûrê kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, ji bo parastina sûrê bang li cemaweriyê kir û xwest her kes piştgiriyê bidin kampanya îmzeyan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 86 / 830