Rojane

Pêkanîna ‘kincên yek reng’ şermezar kirin

ÎHD’iyan li ber Girtîgeha Metrîsê pêkanîna “kinçên yek reng” şermezar kirin. Seroka Şaxa ÎHD’a Senbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku ev pêkanîn ji bo şkandina vîna girtiyên siyasiye.

Nûçeyê bixwîne

Sabuncu: Em ê ji rêya Anter, Kişlali, Mumcu û Goktepeyan venegerin

Doza rojnameya Cumhuriyetê di roja duyemîn de dewam kir, Rêveberê Weşana Giştî yê rojnameyê Murat Sabuncu parasin kir û ev tişt got: "Li hemberî me kîjan îthamê dikin bila bikin, dixwazin kîjan berdêlê bi me bidn kişandin bila bidin kişandin, em ê ji rêya Ugur Mumcu, Îlhan Selçuk, Hrant Dînk, Musa Anter û Metîn Goktepe venegerin."

Nûçeyê bixwîne

Teqawîdan çalakiya Yukselê dewir girt

Kedkarên teqawîd bûne çalakiya kolana Yukselê ya Enqereyê ku ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 259 rojin di ber xwe didin, çalakî dewir girtin. Welatiyen tewawît Abdullah Sundal û Turan Han, diyar kir ku heta Nûriye û Semih azad bibin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Akman û Alayumat 13 roj in di binçavan de ne

Nûçegihanên me dihaberê Nurî Akman û Erdogan Alayumat li Hatayê bi hincetên kêfî 13 roj in di binçavan de girtîne.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên Girtîgeha Bedlîsê jehrî bûn

Nacî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê girtiye diyar kir ku li girtîgehê zêdeyî 100 girtî ji xwarinê jehrî bûne. Rayedarên girtîgehê jî rewşê wek “carcar” şîrove kirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Yuksekdag re 10 sal ceza tê xwestin

Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag wekîltî û endamtiya wê ya tirtiyê hat xistin, jêr 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Nûçeyê bixwîne

Erdogan berê xwe da Ewropayê: Heya we jê heye we berê xwe daye kê?

Erdogan li ser navê koma AKP’ê axivî û bersiv da rexneyên Elmanya û diyar kir ku dê Elmanya zerarên gelek mezin bibîne. Erdogan li welatên rojavayî jî gef xwar û wiha got: “Heya we jê heye hûn berê xwe didin kê? Tirkiye ne tenê Tirkiye ye.”

Nûçeyê bixwîne

14 rojên îşkenceya zayendî vegot

Jina bi navê Suzan Çay ji ber ku dayika wê nexweş bû, ji Rojava derbasî Tirkiyeyê bû, li ser sînor hat binçavkirin, bi rêya parêzerê xwe serî li ÎHD'ê da. Çay aşkera kir ku 14 rojên li miduryetên polîsan ên Riha û Kaniya Xezalan, bi îşkenceya zayendî derbas bûye û hovîtiyên li qereqolê yek bi yek vegot.

Nûçeyê bixwîne

Doza rojnameya Cumhuriyetê di roja duyem de didome

Rûniştina yekemin a doza xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê di roja duyemîn de dewam dike.

Nûçeyê bixwîne

Danaci yê ku polîsan milê wî şikand, dibe felc bimîne

Welatiyê bi navê Zeynel Danaci li Enqereyê li pêşberî kamerayan polîsan milê wî şikand, bijîşk dibêjin ku dibe milê Danaci felc bimîne. Danacî aşkera kir ku polîs piştre hatiye gel wî û gotine ku "Tu îftira davêjî" û ambulans jî nehatiye herêmê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 90 / 830