Rojane

Rojnameger 9 meh şûnde derdikevin pêşberî dadger

Doza Rojnameya Cumhuriyetê ku 11 jê girtî 17 kes tên darizandin, sibê dest pê dike. Parêzerê rojnameyê Abbas Yalçin aşkera kir ku di dosyayê de delîlek huqûqî tune ye.

Nûçeyê bixwîne

KCD’ê Ferhenga Têgeh û Bêjeyên Tenduristiyê çap kir

Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Meclîsa Tenduristiya KCD’ê bi boneya qada tenduristiyê Ferhenga Têgehên Tenduristiyê derxist. Ferhenga ji aliyê Weşanên Aramê ve hat çapkirin.

Nûçeyê bixwîne

Înfaza girtiyê nexweş hat şewitandin

Ji ber 7 çalakiyên ku beşdarî wan nebûye li girtiyê bi navê Arîf Pelît ku ji sedî 80 şîzofrenî ye, pişta wî şiqitiye û lingê wî yê rastê jî seqet e, cezayê dîsîplînê hat birîn û înfaza wî hat şewitandin.

Nûçeyê bixwîne

YBŞ jî tevlî operasyona Reqqayê bû

Hêzên YBŞ'ê di roja 48'emîn a operasyona Reqqayê de tev li operasyonê bûn. Hêzên YBŞ'ê diyarkirin ku fermana 73'yemîn li Reqqayê hatiye plankirin û wiha gotin: "Herî zêde mafê hêzên êzidî heye ku li Reqqayê şer bikin."

Nûçeyê bixwîne

Gelê Sûrê: Piştevaniya kampanyaya îmzeyê bikin

Kampanyaya îmzeyan ku li hemberî rûxandina Sûrê hat destpêkirin her diçe xurtir dibe. Gelê Sûrê bal kişandin ser girîngiya Sûrê. Niştecihan bang kir ku divê pişetvaniya ji bo kampanyayê bê xurtkirin.

Nûçeyê bixwîne

Hem îşeknece lêkirin, hem jî 5 sal ceza lê birîn!

Li Cizîrê di 7'ê Cotmeha 2014'an di çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Kobaniyê de, Hayri Malgaz ku dema ji lîstika topê ya qada xalîçeyî ber bi malê ve diçû birîndar bûbû û dema diçû nexweşxaneyê polîsan ew derb kiribû û paşê binçavkiribûn. Niha jî 5 sal û meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha der barê giliya Malgaz ku derheqê îşkenceyê de kiribû jî biryara neşopandinê hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Dozger nameya Ocalan a Newrozê jî delîla sûc hesiband!

Ji ber çalakiya Newroza 2015'an a li Manîsayê, der barê 20 kesî de doz hatibû vekirin. Di îdianameya ku hat amadekirin de nameya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ku tê de balê kişandibû ser "Ruhê Eşmeyê" wek delîla sûc hat hesibandin.

Nûçeyê bixwîne

Ercan Guneş hat definkirin

Ajokarê mînîbusê Ercan Guneş ku li di bombebarana gundê Hanê yê Dersimê de jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Dêrikê kesek hat binçavkirin

Xebatkarê Şaredariya Dêrikê Şerîf Tekin ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibû avêtin, hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

ÎHD: OHAL'ê çarqat 12'ê Îlonê derbas kir

Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê bi ilana OHAL'ê disa mekanizm

Nûçeyê bixwîne

Rupel 97 / 830