Rojane

Qedandina pêvajoyê bû sedema mirina 3 hezar kesî

Koma Krîza Navneteweyî destnîşan kir ku piştî pêvajoya çareseriyê hatiye bidawîkirin, heta niha 3 hezar mirovî jiyana xwe ji dest daye.

Nûçeyê bixwîne

Derketina derve li 2 gund û 13 mezrayên Licê qedexe kirin

Walitiya Amedê, li 2 gund û 13 mezrayên navçeya Licêya Amedê “qedexeya derketina kolanan” îlan kir.

Nûçeyê bixwîne

Efrîn têk neçû wê têk neçe

Komên ASA ji 15’ê Tîrmehê ve êrîşî Efrînê dikin. Hat diyar kirin ku 28 endamên ASA hatin kuştin. Li gor îdîayên Tirkiyeyê, di nava wan de 5 leşkerên tirk jî hene û nekarîn 15 birîndaran ji heremê derbixin. Tirkiyeya ku hawara xwe gihand Rûsyayê û di encama navbenykariya Rûsyayê û YPG’ê de hin birîndar û cenaze hatin teslîmkirin û pêvçûn bi dawî bû.

Nûçeyê bixwîne

OHAL bi xwe re mirin, betalî û binpêkirinên mafan anî

Di ser OHAL'ê re salek derbas bû. Di salekê de li Herêma Egeyê 6 hezar binpêkirinên mafan qewimîn. Li heman herêmê hejmara kuştinan jinan û mirinên karkeran du qat zêde bûn.

Nûçeyê bixwîne

Bi binçavkirina bijîşkan dixwazin gefan li civakê bixwin

Şeyhmûs Gokalp û Mehmet Orak, li dijî binçavkirina bijîşkên ku parêzvaniya mafên mirovan dikin bertek nîşan dan û gotin ku, bi van pêkanînan gef û gur li civakê tên xwarin.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber kampa hatiye çêkirin elewiyên Teranê gundê xwe diterikînin

Kampa penaberan ku li Teranê hat çêkirin, hem tehdê li elewiyan dike hem jî ji ber tirsa ku dibe qetlîam çêbibin welatiyên elewî gundên xwe diterikînin û ber bi Ewropayê ve direvin.

Nûçeyê bixwîne

Bêrîvanên Zozana Olediriyê roj hiltê dest bi kar dikin

Li Colemêrgê ji zozanên nehatine qedexekirin yek jê jî Zozana Olediriyê ye. Bi hilatina rojê re bêrîvan dikevin rê û rojê du caran pez didoşin û penêr çêdikin. Bêrîvan, hefteyekê penêrê xwe di nav ava sar de diparêzin û paşê li ser pişta hesp û hêstiran dişînin gund.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan mudaxileyî bîranîna Pirsûsê kir: Gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqereyê, polîsan mudaxileyî welatiyên ku xwestin 33 ciwançn ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr bînin, kir. Di daxuyaniyê de dema dema behsa Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hat kirin, polîsan mudaxile kir û di mudaxileyê de herî kêm 9 kes binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Parlementera HDP'ê Irgat hat berdan

Parlementera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat ku li Tetwanê hatibû binçavkirin, hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber bombebaranê li Dersimê gundek hat valakirin

Ji ber ku bejahiya gundê Hanê yê girêdayî navçeya Qisle ya Dersimê hat bombebarankirin, gund hat valakirin. Ji ber bombebarana ku ji duh şevê ve didome, gundî nikaribûn vegerin û serî li baroyê dan. Hat diyarkirin ku hin gundî jî hatine binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 103 / 830