Rojane

Alayumat û Akman ji ber rojnamegeriyê di bin çavan de ne

Nûçegîhanê dîhaberê Erdogan Alayumat û Nurî Akman ku 8 rojin li midûriyeta polîsan a Hatayê tên ragirtin, ji ber xebatên rojnamegeriyê di bin çavan de tên ragirtin. Akman, bi xizmên xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku hêj wênekêş û kamerayên wan tên lêkolînkirin.

Nûçeyê bixwîne

Kuçeya ku hatibû vekirin, dîsa hat vekirin

Şaredariya Rêya Armûşê ya ku qeyûm hat tayînkirin, di sala 2016'an de Kuçeya Sîwanê (Şemsiyeli Sokak) vekiribû, bi tevlêbûna wekîlê AKP'î careke din kuçe hat vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Di lêpirsîna Mala Piştgiriya Gel de 2 kes hatin girtin

Di lêpirsîna Mala Piştgiriya Gel a Amedê (EDEV) de 2 kes hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rêveberekî PYD'ê hat qetilkirin

Endamê Rêveberiya PYD'ê ya xeta rojhilat a Kobanê, ji hêla kesên ne diyar ve hat qetilkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rêvebera HDP’a Kerboranê hat binçavkirin

Rêvebera Rêxistina HDP’a Kerboranê Rabîa Arjîn Gevcan hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

ÎRA û TGS: Rojnamgeran serbest berdin

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad û Nûnertiya TGS’a Amedê bi boneya rojnamgerên li Hatay û Rihayê di binçavan de ne bang li raya giştî kirin ku rojnameger demildest serbest bên berdan û hemû rojnamegerên girtî jî bigîhîjin azadiya xwe.

Nûçeyê bixwîne

HDK: OHAL derbeya bê postal e

HDK'ê di salvegera OHAL'ê de daxuyanî da û aşkera kir ku biryara 20'ê Tîrmehê "derbeya bê postal e."

Nûçeyê bixwîne

Zarokê birîndar xetereya mirinê derbas kir

Zarokê 9 salî yê li Cizîrê di teqîna amûra teqemeniyê de birîndar bû, piştî emeliyatê xetereya mirinê derbas kir.

Nûçeyê bixwîne

HDP: Ji komkujiyê heta niha 12 birîndarên Pirsûsê hatin girtin

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, bal kişand ser komkujiya Pirsûsê û xwest kujeran derxin holê û da zanîn ku desthilatdarî dixwaze li ser komkujiyê bigire. HDP'ê piştrast kir ku kujer nehatine girtin û got ku "Ji roja komkujiyê heta niha, 12 birîndarên Pirsûsê hatin girtin."

Nûçeyê bixwîne

Geşedanên li Êlihê rastiya OHAL'ê nîşan dide

OHAL a ji bo 3 mehan hat îlankirin salek li pey xwe hişt. OHAL'a ku li tevahiya Tirkiye hat îlankirin li Êlihê hemû rastiya xwe nîşan dide. OHAL'a li tevahiya Tirkiye hat îlankirin li ÊLihê bandora xwe li ser hemû saziyên jinan û saziyên civakî kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 105 / 830