Rojane

Ji ber parastina Erdogan li 4 dadgehan hat darizandin

Serokomar Erdogan ji ber helbesta ku xwendibû demekî di girtîgehê de mabû, Yavuz Onen ê ku parastina wî kiribû, aşkera kir ku ji ber ku wî Erdogan parastiye, li 4 dadgehan hatiye darizandin û wiha got: "Piştgiriya ku dane wî ji bîr kiriye, demokrasî ji bîr kiriye."

Nûçeyê bixwîne

Li Tendurekê tevgera leşkerî

Ji duh nîvro heya saetên şevê li Tendurekê tevgera elîkopterê hebû. Leşker û cerdevanên li zozanên Tendurekê ketin nava tevgerê fikarê welatiyan zêde kirin.

Nûçeyê bixwîne

Parêzerên Ocalan cara 672'an serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 672'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Nûçeyê bixwîne

Şopa şerê 11 mehên ê li Şengelê hêj zindî ye

Şopa şerê 11 mehan ê li dijî êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê berdewam kir, hêj zindî ye. Herêma herî zêde ket bin bandora şer cih û warê kevnar ên Şengala berê jê re tê gotin, bala mirov dikişin e.

Nûçeyê bixwîne

Ozkan: Piştî Qatarê dê Tirkiye bê cezakirin

Rojnameger û nivîskar Îslam Ozkan, diyar kir ku krîza Korfezê (Kendavê) ji aliyê DYA ve hatibû plankirin û wiha got: "Erdebîstana Siûdî Emiriyên Yekbûyî yên Ereb û Misir bi destê DYA Qatar ceza kirin. DYA dê bi destê muslimanên bira Tirkiye jî ceza bike."

Nûçeyê bixwîne

Hem kujer, hem tecawizkar û hem jî serbest e

Kesê bi navê Îrfan Uçar li Bîsmîlê tecawizê zarokeke keç kir û du kes jî kuştin, bi gotina "Derûniya wî ne baş e" rakirin nexweşxaneyê, li vir gotin "Derûniya wî baş e" raporek danê û serbest berdan. Uçar ê gelek êrîşên zayndî pêk aniye, ji xwe re digere, lê gelê taxê di nava tirs û fikaran de ye.

Nûçeyê bixwîne

Seven a 32 caran emeliyat bû, ji cihê komkujiyê bang kir

Çagla Seven bi wêneyê ku di Komkujiya Pirsûsê de bi destê hevala xwe Gokçe Çetîn girtibû di bîra mirovan de maye. Piştî komkujiyê 32 car emeliyat bû û 2 sal şûnde çû Pirsûsê û wêne kişand. Seven wiha got: “Em bang li herkesî dikin ku piştî komkujiyek wiha bên li cem me cih bigirn.”

Nûçeyê bixwîne

Sarihan: Girtina wekîlên jin, êrîşa li dijî vîna jinê ye

Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, da zanîn ku girtina wekîlên jin, êrîşeke li dijî vîna jinê ye.

Nûçeyê bixwîne

Jinên Şemikayê: Em bimirin jî ji gundê xwe dernayên

Şîrketa Etî Bakir a girêdayî Holdinga Cengîzê ji bo derxistina madenê dixwaze dest dane ser gundê Şemika. Jinên gund bertek nîşanî şirketê dan û wiha gotin: “Me ji bo vî gundî bi salan ked da, em dest ji ax, av û gundê xwe bernadin. Bila dev ji gundê me berdin û em ê heta dawî li ber xwe bidin.”

Nûçeyê bixwîne

17 meh in girtîne, lê hêj doz nehatiye vekirin!

Li Dêrikê 33 kesên bi hinceta “tevlî xebatên çêkirina hendekan” bûne û di rojên cuda yên Sibata 2016’an de hatine girtin, sal û 5 meh in ku doza wan nehatiye vekirin. Li gor agahiyên ku parêzeran da, dozgerê Dêrikê 3 car dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şandiye, lê her car serdozger ji ber nebûna delîlan dosye bi paş ve vegerandiye Dozgerê Komarê yê Dêrikê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 106 / 830