Rojane

HDP amadekariyên deklarasyoneke dîrokî dike

HDP, ji bo çareseriyê ji pirsgirêkên "kangrenbûyî" yên Tirkiyeyê re peyde bike û di pêvajoyên pêş de ji bo vê yekê bihevkariyî bitêkoşe, plana deklarasyoonekê dike û dê vê deklarasyonê li Stenbolê aşkere bike.

Nûçeyê bixwîne

Parêzera doza Pirsûsê: Dixwazin dozê bêbersûc bihêlin

Di ser qetilkirina 33 ciwanên endamên SGDF'ê ku li Pirsûsê hatibûn qetilkirin re 2 sal derbas bûn, lê belê hîn jî di dozê de geşedanên berbiçav çênebûne. Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol got ku tê xwestin ku dosye bê bersûc û kiryar bê hiştin.

Nûçeyê bixwîne

'20'ê Tîrmehê ji bo min roja bê bavîtiyê ye'

Yagmûr Şeker, keça Îsmet Şeker ku yek ji wan kesên ku li Pirsûsê hat qetilkirin, diyar kir ku di destê bavê wê de şekir hebû û wan wî wisa bi rê kiriye. Keç Şeker wiha got: "Her tişt bi Pirsûsê dest pê kir û heke Pirsûs bê ronîkirin dê her tişt derkeve holê. Ew roj ji bo min roja bê bavîtiyê ye. Ne 2 sal 200 sal jî di ser re derbas bibin em ê bibêjin edalet û edalet."

Nûçeyê bixwîne

Zara: Her kêliyê 15 rojên di bin çavan de îşkence bû

Zara Koç, li gel janên ducaniyê 15 rojan di bin çavan de ma û hat berdan. Zara ku ligel janên ducaniyê di bin çavan de ma wiha got: "Janên min hebûn, lê diviya min li ber xwe bidana. Her kêliyek 15 rojên bin çavan îşkenceya herî giran bû."

Nûçeyê bixwîne

Necmettîn Fendîk ku polîsan ew kuşt dê sibê bê definkirin

Necmettîn Fendîk ku li Geverê polîsan di serdegirtina malê de ew kuştin, dê sibê serê sibehê bê definkirin.

Nûçeyê bixwîne

Hevjîna Cîgirê Waliyê Amedê jî ji 'Endamtiya FETO'yê hat girtin

Neslîhan Gokdemîr, hevjîna Cîgirê Waliyê Amedê Sercan Gokdemîr ku duh di çarçoveya lêpirsîna "‘FETO"yê de hatibû girtin, jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Der barê Firat Anli de biryara girtinê hat dayîn

Li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku di 14'ê Tîrmehê de hatibû tehliyekirin de biryara girtinê hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Der barê du wekîlên HDP'ê de biryara girtinê

Der barê parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî de bi hinceta beşdarî daxuyaniya ji bo komkujiya Gara Enqereyê bûne doz hatibû vekirin. Bi hinceta beşdarî danişîna vê dozê nebûne, der barê her du wekîlên HDP'î de biryara girtinê hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Dogru hat darizandin

Rûniştina doza Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Muhammet Dogru hat dîtin û taloqî 31'ê Cotmehê kir.

Nûçeyê bixwîne

Dayika Rojnameger Alayumat: Kurê min rojnameger e

Nûçegîhanê dîhaberê Nuri Akman û Erdogan Alayumat 5 rojin di bin çavan de tên girtin. Dayika rojnameger Erdoğan Alayumat bi destûra dozger bi kurê xwe re hevdîtin kir. Alayumat di hevdîtinê de ji diya xwe re got "Di bin çavan de wêneyê ku eleqeya min pê tune nîşanî min dan. Ez tenê di odeyekê de me. Hevalê min ne li kêleka min e. Rewşa me baş e."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 110 / 830