Rojane

Parlamenter Gulser Yildirim nehat berdan

Doza Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a girtî tê darizandin hat dîtin. Heyetê Yildirim dîsa berneda û doz taloqî 22’ê îlonê kir.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegera jin Karakaya serbest hat berdan

Midura Karê Nivîsê ya Kovara Ozgur Halkê Hulya Karakaya serbest hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên nexweş bi hinceta OHAL’ê derman nakin

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiyên nexweş bi hincetên “Leşkerên erkdar tune ye”, “OHAL heye sebir bikin” sewqî nexweşxanê nayên kirin.

Nûçeyê bixwîne

Piştî 7 mehan 34 kes derdikevin pêşberî dozger

Şaredariya Akdenîzê ya ku bi rêya qeyûm hat xespkirin, Hevşaredar Yuksel Mutlu û Hevserokê HDP'a Mêrsînê Sadun Dogan jî di nav de 15 ji wan girtî, doza 34 kesan dê sibê bê dîtin. Jinan bang kir ku her kes piştgiriyê bide dozê.

Nûçeyê bixwîne

Nûçegîhanê me Alayumat û Akman 5 rojin di bin çavan dene

Nûçegîhanê dîhaberê Erdogan Alayumat û Nuri Akman, ku li ser "gumanê" 5 roj berê hatin binçavkirin, hêj li Midûriyeta Polisan a Hatayê di bin çavan de ne. Rojnameger Zekî Erdem ku di 11'ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin, 8 roj û Mehmet Emîn Yilmaz ku di 13'ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin jî 6 rojin di bin çavan de ye.

Nûçeyê bixwîne

Necmettîn Fendîk ê polîsan birîndar kir mir

Necmettîn Fendîk ê li Geverê polîsan di serdegirtina malê de birîndar kir jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Foza Yusiv: Felsefeya azadiyê em anîn îro

Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yusiv, bi minasebeta salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava, 5 salên borî nirxand. Yusiv, diyar kir ku gelê Rojava bi felsefeya azadiyê xwe perwerde kir û di saya têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de şoreş ava kir. Yusiv, anî ziman ku felsefeya kurdê azad rê li pêşiya xwe birêve birin û parastina cewherî vekir û heya roja îro xwe li dijî êrîşan parast.

Nûçeyê bixwîne

Çalakvana ‘hepsa malê’ Karadag: Sînorê berxwedanê nayê xêzkirin

Mamoste Acun Karadag, ji ber tevlî çalakiyên li Kolana Yukselê bû “hepsa malê” lê hat birîn. Karadag, di qadek 150 metrekareyî de çalakiya xwe berdewam dike wiha got: “Ew nikarin qad û sînorên çalakiyên me xêz bikin. Em ê li her qadê berxwedana xwe dewam bikin.”

Nûçeyê bixwîne

6 parazvanên mafên mirovan hatin girtin

Ji 10 parazvanên mafên mirovan ên li Buyukadayê di 5'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, jê 6 parazvanên mafên mirovan hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Îşkenceya li girtîgehên Çukurovayê zêde bû

Piştî OHAL’ê şûn ve li herema Çukurovayê li girtîgehan binpêkirina mafan derket asta herî jor. Rojname, name, kovar, pirtûk û gelek tiştên din li girtiyan asteng dikin û her roja ku diçe îşkence, gef, zext û êrîş jî li ser girtiyan zêde dibin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 112 / 830