Rojane

Hevşaredar Tekîner beraet kir

Rojnamager Hasan Cemal têkildarî qedexeya derketina kolanan a Farqînê bi Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekiner re hevpeyvîn çê kiribû. Ji ber gotina "Êdî em ne bi tenê ne" sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Tekîner hatibû birîn. Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, biryara dadgeha herêmî xera kir û Tekîner beraet kir.

Nûçeyê bixwîne

Pêkanînên 12'ê Îlonê bi 15'ê Tîrmehê dubare dibin

Daxwazên OHAL'a 12'ê Îlonê yên li girtîgehan cilên yek reng li xwe bikin, piştî OHAL'a 15'ê Tirmehê bi daxwaza Serokê AKP'ê Erdogan tê xwestin bê dubarekirin.

Nûçeyê bixwîne

Mişmiş hişk bûn

50 roj in Yekîtiya Avdaniyê ya Battalgaziyê avê nade Taxa Dîlekê. Ji ber vê yekê mişmişên li vê taxê hişk bûn. Cotkaran, bertekên nîşan dan û diyar kirin ku yekîtiya avê welatiyan mexdûr dike û ger wisa bidome dê cotkar dev ji çandiniyê berdin."

Nûçeyê bixwîne

Malbata leşker bi guman e

Omer Can ê li Qereqola Hudûd a Gorentaş a Yayladagiya Hatayê leşkeriyê dike fermandarên wî ew derb kir. Birayê Can Hasan Can diyar kir ku ji jiyana birayê xwe bi fikar e.

Nûçeyê bixwîne

Ji Dayikên Aştiyê banga Yekîtiyê

Dayikên Aştiyê yên Silopiyayê ji bo yekîtiya neteweya kurd bang kirin û gotin "Em nebin yek, em ê tu carî ji xirecira Rojhilata Navîn dernekevin."

Nûçeyê bixwîne

Hiqûqnas: OHAL kirine wek rejîmeke asayî, bila bi lezgîn rakin

Hiqûqnasên li Amedê bi minasebeta 1'emîn salvegera OHAL'ê ku bi deh hezaran mirov ji cihê xwe koçber bûn û bi sedan mirov hatin kuştin, diyar kirin ku hikûmetê OHAL kiriye wekî rewşa asayî û xwestin bi lezgînî OHAL'ê rakin. Hiqûqnasan, anîn ziman ku OHAL tu pirsgirêkên civakê çareser nake û dijberî vê yekê pirsgirêkan kûrtir dike.

Nûçeyê bixwîne

'Anîn ber mirinê, paşê berdan'

Girtiyê nexweş Kemal Avci ku di 11’ê Tîrmaha 2016’an de cezayê wî hat taloqkirin û ji girtîgeha Sîlîfkeyê hat berdan, di 7’ê Tîrmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Birayê Avci Huseyîn Avci diyar kir ku birayê wî anîn sînorê mirinê û paşê ew berdan û got: “Ji bo girtiyên nexweş nemirin çi ji destê me bê divê em bikin.”

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Wanê pêkanînên korsan

Li Girtîgeha Wanê, pêkanînên di meriyetê de, şertên tîpa "F" derbas kirine. Zextên li ser girtiyan tên meşandin bi awayekî korsan dikevin meriyetê û şertên girtigehên Tîpa F derbas kirine. Girtî ji gelek mafên xwe yên zagonî û hiqûqî bê par tên hiştin.

Nûçeyê bixwîne

Cîgirê Waliyê Amedê ji "Endamtiya FETO'yê" hat girtin

Cîgêrê Waliyê Amedê Sercan Gokdemîr ku di çarçoveya lêpirsîna cemaetê de di 14'ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin, hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Welatiyê ku ji kendal ket jiyana xwe ji dest da

Li Şemzînanê welatiyê bi navê Rahmî Tekîn dema pincar berhev dikir ji kendal ket û jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 113 / 830