Rojane

Zor li Suryaniyan tê kirin ku koçber bikin

Yek ji rengê baweriyên Mêrdîn Suryanî, bi gefên koçberkirinê re rû bi rû ne. Suryaniyên ku mal û milkê wan hat desteserkirin, niha jî ji wan tê xwestin ku ji ser axa xwe koç bikin. Suryaniyan diyar kirin ku bi desteserkirina mal û milkê wan gef û şantaja koçkirinê li wan tê kirin. Suryaniyan diyar kirin ku bi awayekî veşarî ji wan tê xwestin ku koç bikin.

Nûçeyê bixwîne

Ji girtiyê nexweş ê epîlepsî bang

Girtiyê nexweş ê epîlepsiyê Suat Aşkan ku li Girtîgeha Wanê tê ragirtin, her ku diçe rewşa wî xerabtir dibe. Aşkan ê di hefteyekê de 1-2 car nobetê der bas dike, banga hestiyariyê li sazî û dezgehên mafên mirovan kir ku rewşa girtiyên nexweş ên epîlepsiyê aşkera bikin.

Nûçeyê bixwîne

Şoreşa 19’ê Tîrmehê destkeftiyên mezin bi xwe re anî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê di sala 2012’an de li bajarê Kobanê vêket, di 5 salan de di qada leşkerî û siyasî de serkeftinên mezin bi xwe re anî. Şoreş, gav bi gav ber bi pergaleke demokratîk ve pêş de diçe.

Nûçeyê bixwîne

Îslam: Divê wekheviyeke ji dilî bê avakirin

Piştî Meşa Edaletê ya ji Enqereyê dest pê kir û li Stenbolê bi dawî bû, dê îro şûn ve çi bêkirin, Aktîvîstê Bingeha Edaletê (Adalet Zemini) Cîhangîr Îslam nirxand. Îslam da zanîn ku divê çalakiyeke mezin a ku her kes têde cih bigire bê avakirin û got ku "Divê rêje bê bilindkirin û her kes ji dil xwe tev li bike."

Nûçeyê bixwîne

Qaymeqam û Şirketa Etî Bakirê dest danîne ser erdê gundiyan

Ji sala 2012'an ve Şirketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê, li ser axa gundê Şemika karê madenê dimeşîne. Her çendî welatî ji vê rewşê ne razî ne jî şirket dest ji axa welatiyan bernade. Keyayê gund diyar kir ku wan çend caran ekîbên Tapû Kadastroyê jî anîne herêmê û wiha axivî: “Ez bang li berpirsyarên dewletê û Tapû Kadastroyê dikim ku bila werin bi awayek hiqûqî parselên gund ji nûve diyar bikin.”

Nûçeyê bixwîne

Hemû gundî li ser kaniyekê ne

Li gundê Şîrînbulakê yê navçeya Avkevirê, hemû welatî ji ser kaniyekê pêdiviya avê temîn dikin. Welatiyên gund diyar kirin ku 2 salin heman pirsgirêkê dijîn.

Nûçeyê bixwîne

Qralê Guttî, Suyarên partê ango Bûk û Zava?

Peykerê ku li bajaroka Qesrikê hatiye avakirin, li gorî hin rîwayetan berhema Împaratoriya Guttiyan, li gorî hin rîwayetan Suyarên Partan û li gorî gelê herêma Şirnexê jî 2 evîndaran kevir kolaye û peyker çêkirine. Peykerê ku li gelî hatiye avakirin bi hezaran salin hebûna xwe di parêze.

Nûçeyê bixwîne

Bila jin li malê mehkûmê televîzyonê nebin

Jinên endamê Komeleya Jinên Afrîner a ANKA'yê, di 1'emîn Mîhrîcana Jinên ku Çîrokên Wan Hene de bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Jinên têkoşer, bi hunera xwe beyî ku rawestin kêfxweşiya afrîneriyên xwe dijîn. Jin bi taybetî li ser jiyana wan jinên di malê de hatine hepiskirin û mehkûmê televîzyonê hatine kirin radiwestin, hêstên xwe hêj zêdetir bi afrîneriyê mezin dikin.

Nûçeyê bixwîne

Encamnameya Şêwra Yekitiya Neteweyî: Tişta xeter parçebûna siyasetê ye

Di Şêwra Yekitiya Neteweyî ya li Silêmaniyê de biryar hat girtin ku heta Kongra Neteweyî ya Kurd pêk were, xebat berdewam bikin.

Nûçeyê bixwîne

Li çoltara gundê Marînayê şewat derket

Li çoltara gundê Marînayê ya ku ji 10’ê Tîrmehê ve qedexeya derketina derve lê hatiye îlankirin, şewat derket. Hat gotin ku hêzên dewletê mudaxaleyê şewatê nakin û nahêlin welatî jî agir vemirînin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 117 / 830