Rojane

‘Çawa Sûr rûxandin, dê Tirkiyeyê jî birûxînin’

Endama Platforma Şêwirmendiyê ya Hiqûqî ya Sûrê Prz. Nuray Ozdogan aşkera kir ku Sûr di sala 2012'an de hedef hatiye girtin û qanûna ku rûxandina Sûrê hincet dide nîşan, sedî 80'yê Tirkiyeyê dê hilweşîne û wiha got: "Dibe ku her der bibe wekî Sûrê."

Nûçeyê bixwîne

Niha jî çav berdane kargehên gel!

Li Geverê, Pasaja Îranê ku di warê aboriya navçeyê de pasajeke girîng e, niha bi rûxandinê re rû bi rû ye. Esnafên pasajê anîn ziman ku di dema qedexeya derketina derve de bi hezaran kargeh hatine hilweşandin û qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatiye kirin jî dixwaze pasajê xera bike. Esnafan got ku hilweşandina pasajê hilweşandina bi hezaran kesî ye.

Nûçeyê bixwîne

Li Rihayê êrîşên li dijî koçberan zêde dibin

Li Rihayê kesên rûpoş êrîşî mal û kargehên aîdî koçberên sûriyeyî kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Amasyayê girtî û xizmên wan hatin derbkirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, gardiyanan girtiyên siyasî û xizmên wan derb kirin. Her wiha mudurê girtîgehê ev heqaret li malbatan kir; "Hûn terorîst in, bicehimin ji welatê me" û hevdîtina bi malbatan re red kir.

Nûçeyê bixwîne

Hem kuştin hem jî qisûrdar dîtin!

Malbata Şahîn Oner, bi hinceta di kuştina kurê wan de qisûra xizmetî heye der barê îdareyê de doza tazmînata madî û manewî vekiribû. Dadgehê mirina Oner wek qezayeke trafîkê nîşan da û derpêş kir ku di "qezayê" de ji sedî 50 qisûrdar e.

Nûçeyê bixwîne

Ji sedî 75 felcî ye, ji temenê wî bêtir ceza lê birîn

Bêyî ku li benda biryara Dadgeha Bilind bê sekinandin ji doza ku bi awayekî negirtî dihat darizandin, 23 sal cezayê girtîgehê li Mûcahît Orhan hat birîn. Li gel ku Orhan felcî ye û ji sedî 75 rapora wî heye, dîsa jî nayê tehliyekirin.

Nûçeyê bixwîne

Ger Ocalan îro bi parêzeran re hevdîtin kiribûya dê jibo yekîtiya kurd çi gotiba?

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek wiha got: "Heke bi Ocalan re derfetên hevdîtinê pêkan bûya dê gotiba 'tê xwestin ku hemû pirsgirêkên kurdan di nav netew-dewleteke biçûk a li Başûr de bên fetisandin. Divê ji bo hûn mizgîniya azadiyê bidin gelê xwe, divê hûn di warê dê çawa gel pêşeroja xwe, dê çawa çarenûsa xwe tayîn bike de bên gel hev û amadekariyên helwesteke hevpar bikin."

Nûçeyê bixwîne

Li Geliyê Godernê du zarok fetisîn

Li Farqînê du zarokên ji bo xwe hênik bikin ketin çem, bi ber pêlan ketin û fetisîn.

Nûçeyê bixwîne

Ji bû nûçegihanên me kampanya: #AkmanVeAlayumatGazetecidir

Li ser Twitterê ji bo nûçegihanên me Nûrî Akman û Erdogan Alayumat ku dema li Dîlokê li ser sînor nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin bi hastaga #AkmanVeAlayumatGazetecidir (#AkmanÛAlayumatRojnamegerin) kampanya hat destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

TSK'ê êrîş kir: 3 efrînî jiyana xwe ji dest dan

TSK û komên OSO'yê êrîşî Efrînê kirin. Di êrîşê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jê jî birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 119 / 830