Rojane

Keça Gulunay ê hat windakirin: Dewlet 25 salan deyndarê min e

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20'ê Tîrmeha 1992'yan de hat windakirin pirsî. Keça Gulunay Denîz Gulunay aşkera kir ku dewlet 25 salan deyndarê wê ye û wiha axivî: "Divê hesabê 20 salan ê ku min bê bav derbas kir bide."

Nûçeyê bixwîne

Xizmên windayan: OHAL li dijî daxwaza edaletê hat îlankirin

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 440'an de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin daxuyanî dan. Xizmên windayan bal kişand ser salvegera 15'ê Tîrmehê û diyar kirin ku OHAL li dijî kesên edaletê dixwazin û kesên muxalif hatiye îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Leşkerê li Çewlikê birîndar bûbû mir

Çawişê pispor Hakan Demîrcî yê di 13’ê hezîranê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê birîndar bûbû mir.

Nûçeyê bixwîne

Gel yekitiya xwe pêk anî, dor ya partiyên kurd e

Komxebata Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê dê bi sazkirina yekitiya netewî rê rêbazên wê bên nîqaşkirin, li bajarê Silêmaniyê bi nîqaşên partiyên kurdistanî berdewam dike, di axaftinên ji hêla partiyên wekî KJK, KCD, Goran û PYD'ê ve hatin kirin de banga avakirina yekitiya neteweyî hat kirin. Rêxistinan aşkera kir ku heke yekitî pêk bê, dê kurd bi her warî de qezenc bikin.

Nûçeyê bixwîne

Parlamenterê HDP'ê Geverî serbest hat berdan

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî ku li Enqereyê hat binçavkirin serbest hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Jina nû welidî tevî zaroka wê binçavkirin

Polisan li navçeya Esenlerê bi ser malbata Çiftçî de girtin Meryem Çîftçî ya nû welidî tevî zaroka wê binçav kirin. Hat diyar kirin ku polîsan ji ber 3 sal cezayê Çîftçî hatiye erêkirin, ew binçav kirin û piştî îfadeyê ceza 6 mehan hat taloqkirin

Nûçeyê bixwîne

Denîz Kaya: Em xwedî li çalakiya Gulmen û Ozakça derkevin

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça û aşkera kir ku çalakiya kedkaran 129 roj li pey xwe hiştiye û ew dê bikevin grevê.

Nûçeyê bixwîne

Tanrikulu: Mîtolojî û dîroka kurdan tune dikin

Tuzuka navxweyî ya bi hevkariya AKP û MHP'ê tê guhertin, têgehên wekî kurd û Kurdistan tên qedexekirin. Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu ne tenê tuzuka navxweyî, xebatên qeyûman jî bi bîr xist û ev tişt got: "Çi tiştê aydê mîtolojî û dîroka kurdan hebe, ji hêla van ve tê tunekirin."

Nûçeyê bixwîne

Li Manîsayê 3 kes hatin girtin

Li Manîsayê berî hefteyekê 5 kes hatibûn bibçavkirin, 3 ji wan hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Parlamenterê HDP'ê Geverî hate binçavkirin

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî li Enqereyê hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 121 / 830