Rojane

‘Hewldana Derbeyê' li bajarên kurda talan û rûxandin anî

Piştî "Hewldana derbeyê" ya 15'ê Tîrmehê hikumetê OHAL îlan kir û bi rêya KHK'an çi qewimî, SAMER'ê tev rapor kir û aşkera kir ku piştî "Derbeyê" li herêmê rûxandin û mexdûrî derket pêş.

Nûçeyê bixwîne

Komxebata Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê dest pê kir

Komxebata Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê dê bi sazkirina yekitiya netewî rê rêbazên wê bên nîqaşkirin, li bajarê Silêmaniyê bi tevlêbûna zêdetirê 60 nûnerên partiyên siyasî, bi sedan rewşenbîr û rûspiyên kurd dest pê kir.

Nûçeyê bixwîne

Nûçegîhanên me hêj di bin çavan de ne

Nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman li Îslahiyeyê bi hincetên wekî 'bi fikar in' hatin binçavkirin, 2 roj e hêj di bin çavan de ne.

Nûçeyê bixwîne

Radyoya Çira dest bi weşanê dike

Radyoya Çira ku dibe dengê Gelê Êzîdî piştî bombebaranê ji nûve ket meriyetê û dest bi weşanê dike. Rêveberê Radyoya Çira Murad El Xaltî, diyar kir ku radyo deng û awazê gelê Êzîdî ye.

Nûçeyê bixwîne

Sendika.orgê ji ber sansuran serî li Guinnessê da

BTK'ê 52 caran sendika.org asteng kir, li ser vê sansurê sendika.orgê serî li Pirtûka Rekoran a Guinnessê da.

Nûçeyê bixwîne

Qanala avê tenduristiya welatiyan tehdîd dike

Li Taxa Mûradiye ya navçeya Eyyûbiye ji ber li nav kuçeyan reraba avê tune û zarok di nav ava bermayî de dilîzin, tenduristiya zarokan di talûkeyê de ye.

Nûçeyê bixwîne

QSD, li Reqqayê dersa mirovahiyê dide!

Operasyona Cenga Mezin a QSD ya azadkirina Reqqayê di roja 40'emîn de didome. 2 şervanên QSD'ê yên mirin dan pêş çavê xwe û 50 sivîl ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin, birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Baysal: Ne mafê kesî ye ku îskana derqanûnî jî birûxîne

Endamê Parastina Bajêr a Stenbolê û Pisporê Herêmî yê AGFE ya Tirkiyeyê yê berê Cîhan Ûzûnçarşili Baysal, diyar kir ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de mafê hêwirandinê wek mafekî sereke hatiye parastin û wiha got: "Îskan û dagiriya derqanûnî jî di nav de mafê tu kesî tune ye ku bê û jîngeha we bi ser we de xera bike."

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Bozkûrt: Yekîtiya neteweyî dê azadiyê mîsoger bike

Rojnameger Ertûş Bozkûrt bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û wiha got: "Heke kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin, dê azadiya xwe mîsoger bikin."

Nûçeyê bixwîne

Bi KHK'ya nû re 71 kes ji şaredariya Akdenîz û Êlihê hatin îxrackirin

Bi KHK'ya ku nû hat weşandin re 71 kes ji Şaredariya Akedenîz û Şaredariya Êlihê ku qeyûm tayînî wan hatibû kirin hatin îxrackirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 122 / 830