Rojane

Rêxistina Efûyê: Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin

Piştî gelek parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin û nûçeyên der barê wan de di hin malperên çapemeniyê de hatin weşandin, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bertekek tund da nîşan û ev tişt got: "Ev saziyên ku îdiayên bê bingeh û sûcdarî kirine nûçe, em dê der barê wan de serî li rêyên hiqûqî bidin."

Nûçeyê bixwîne

QSD'ê çerxerêya El-Mezari ya Reqayê rizgar kir

Şervanên QSD`ê çerxerêya El-Mezari ya taxa El-Berîd a bajarê Reqayê, bi temamî ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiya siyasî 12 rojin di di hucreyê de tê girtin

Girtiya siyasî Fatma Ozbay a ji Baybûrtê anîn Girtîgeha Tîpa E a Erziromê 12 rojin di hucreya yek kes de tê girtin.

Nûçeyê bixwîne

1'mîn Kongreya Meclisa Ciwanên Şengalê pêk hat

1'mîn Kongreya Meclisa Ciwanên Şengalê, bi beşdariya sedan delegeyên ji ça perçeyên Kurdistanê û Europa hatin pêk hat. Di kongreyê de biryarên girîng hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî Efrînê hatin şermezarkirin

Şêniyên gundewarên başûrê Kantona Kobanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê Efrînê, êrîşên dewleta tirk û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin..

Nûçeyê bixwîne

Bendava Farqînê dê 150 gundan di binavê de bihêle

Bendava Farqînê ku çêkirina wê didome, ger bi dawî bibe dê 150 gund di bin avê de bimîne. Bi avakirina bendavê re dê warên çandî û dîrokî jî tune bibe. Weliyan diyar kirin bi vê bendavê dixwazin herêmê bê mirov bihêlin.

Nûçeyê bixwîne

Amedî: Tirkiye ji bo DAIŞ’ê rizgar bike êrîşî Efrînê dike

Welatiyên Amedê li dijî plan û êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li hember Efrînê bertek nîşan dan û gotin: “AKP dixwaze bi êrîşên li dijî Efrînê, DAIŞ’iyên li Reqqayê ketine tengavê rizgar bike. Bi van liv û tevgeran tu encaman nikarin bi dest bixin.”

Nûçeyê bixwîne

Doza 4 welatiyên hatibûn qetilkirin di 10'ê Tîrmehê de ye

Li navçeya Geverê di maşîneya zirxî ya dewletê de êrîşê welatiyan kiribû û 4 kes hatibûn qetilkirin. Malbatan aşkera kir ku hêj maşîneyên zirxî welatiyan dikujin û bang kirin ku bila piştgiriyê bidin doza di 10'ê Tîrmehê de li Amedê bê dîtin.

Nûçeyê bixwîne

Zarok: Polîsan got 'eşeda xwe bîne em ê serê te jêkin'

Zarokê 17 salî B.A., aşkera kir ku polîsan ew li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Esenyurtê li maşîneya zirxî sîwar kirine û ji wî re gotine "Eşeda xwe bîne em ê serê te jêkin."

Nûçeyê bixwîne

'Bi guhertina qanûnî re dixwazin 'parêzerê memûr' bînin'

Bi Qanûna Dadgehên Hiqûqî re tê xwestin ku Gelaleya Pêşnûmeya Qanûnên Di Hin Qanûnan de Guhertinê pêk bînin. Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk ev mijar nirxand û ev tişt got: "Bi vê rêyê tê xwestin ku kesekî li gorî dozger tevbigere, bi gotinên xwe divê hêrsa dozger neyne, mafên miwekîlê xwe neparêze jî dibe û 'parêzerê memûr' bînin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 144 / 830