Rojane

Dozger daxwaza hevdîtina bi Ocalan û girtiyên Îmraliyê re red kir

Dozgerê Komarê yê Bursa serlêdana malbatan a hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê re red kir.

Nûçeyê bixwîne

Cîhan ji ber binçavkirinên li Buyukadayê bi bertek e

Bertekên li dijî binçavkirina kesên li Buyukadayê zêde dibe, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Almanyayê û Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ji AKP'ê daxuyanî xwestin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê nexweş Avci jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Kemal Avci yê ku cezayê wî hat taloqkirin û di 11'ê tîrmeha 2016'an de ji Girtîgeha Sîlîvrî tahliye bûbû, ji ber nexweşîna penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Selma Irmak: Tirkiye bi darizandina me rûmetê winda dike

Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê yê Colemêrgê Selma Irmak li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Irmak nehat berdan. Irmak bi kurdî parastin kir û diyar kir ku mafê wê yê parastinê hatiye astengkirin. Irmak, anî ziman ku bi darizandina wan Tirkiye rûmeta xwe winda dike.

Nûçeyê bixwîne

Oztemel: Polîsan sîxûrî li ser min ferz kirin

Xwendevanê Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Berat Oztemel aşkera kir ku polîsan di bin çavan de "sîxûrî" li ser wî ferzkirine û wiha got: "Gotin ku 'Ji bo tu bibî kurekî herî baş ê ji bo welat û netew, em ji tere dibin alîkar.'"

Nûçeyê bixwîne

Meşvanên Edaletê gihîştin sînorê Stenbolê

Meşa Edaletê ya ku ji Enqerê destpê kir di roja 23’emîn de gihîşt sînorê Stenbolê.

Nûçeyê bixwîne

Ji kesê îstismarî zarokê 12 salî kir re 16 sal ceza xwest

Dozger ji zilamê 55 salî Ali. K. yê îstîsmarî zarokê 12 salî kir re 16 sal ceza xwest.

Nûçeyê bixwîne

Demîrtaş: Em ê li dijî bêedaletiyê tim têbikoşin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selehattîn Demîrtaş ku ferzkirina kelepçeyê red kir wiha got: “Em ê bi her awayî li dijî bêedaletiyê têbikoşin û rûmeta vîna gela xwe biparêzin.”

Nûçeyê bixwîne

Yuksekdag a SEGBİS red kir tev li rûniştinê nebû

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag, ku bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" Te darizandin, tevlêbûna bi SEGBİS’ê red kir û tev li rûniştina dozê nebû.

Nûçeyê bixwîne

Taşçier: Êdî dema yekîtiya gelê kurd e

KNK. di 15-16’ê tîrmehê de li ser yekitiya neteweya kurd komxebatê pêk tîne. Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî dê beşdar bibe. Taşçier der barê komxebata bê lidarxistin axivî û got: "Em wek HDP ji bo yekîtiya gelê kurd nikarin xemnexur bisekinin. Çi ji destê me bê em destekê bidinê. HDP jî dê bibe perçeyek yekîtiya kurdan. Çi dibe bila bibe divê gelê kurd yekîtiya xwe pêk bîne. Dema yekîtiya kurdan e.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 146 / 830