Rojane

KNK’ê yekîtiya parlementerên Başûr ziyaret kir

Heyeta KNK’ê ku xebatên sazkirina yekîtiya netewî dimeşîne li Hewlêrê serdana Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê kir.

Nûçeyê bixwîne

Maşînê zirxî vê carê li hev qelibîn: Polîsek mir

Li Şirnexê du maşîneyên zirxî li hev qelibîn, di qezayê de polîsek mir yek jî birîndar bû.

Nûçeyê bixwîne

'Kameraya maşîna zirxî girtî ye, kuştî sucdar in'

Polîsê ajokarê maşîna zirxî N.U. ku li navçeya Licê li maşîneya sivîlan qeliband û 5 welatî qetilkirin, bi "şertê kontrola edlî" serbest hat berdan. Rapora ku cendirmeyan amade kir, ajotvanê maşîneya sivîl Fîkrî Demîrbaş jî wekî "di dereceya yekemîn de bi qisûr e" da nîşan. Lê tişta sosret jî ew e, delîla herî şênber ku kameraya di pergala kuleyê de dê bûyerê zelal bike jî wekî ku naxebite da nîşan.

Nûçeyê bixwîne

Cenazeyên PKK'yiyan li qada pevçûnê tên hiştin

Piştî ku cenazeyên PKK'yiyên di pevçûnên li herêma Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan nekirin, zêdeyî 50 malbat serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku Tirkiye peymanên navnetewî û qanûna xwe ya bingehîn bin pê dike û aqûbeta cenazeyan pirsî.

Nûçeyê bixwîne

Partiyên kurdan: Yekîtiya netewî nebe nabe

Partiyên kurdan ên li Amedê, der barê civîna ku dê di çarçoveya xebatên Kongreya Netewî de li Silêmaniyê bê çêkirin de axivîn. Partiyiyan balê kişandin ser girîngiya civînê û gotin ku, di pêvajoyeke wisa de yekîtiya netewî nebe nabe

Nûçeyê bixwîne

Dîmenên rûxandina Şirnexê yên bi peykê hatine kişandin derketin holê

Li Şirnexê piştî qedexeya derketina kolanan ku 246 rojan domandibû gelek tax hatibûn serobinokirin. Dîmenên rûxandina van taxan ên bi peykê hatine kişandin derketin holê.

Nûçeyê bixwîne

Leşkeran pira gundiyan rakir û avêt Zapê

Leşkeran bi îdiaya "Di ser re HPG'î derbas dibin" pira daliqandî ya li gundikê Derava Talê yê girêdayî gundê Talê yê Colemêrgê ye, rakirin û avêtin Zapê.

Nûçeyê bixwîne

Dema AKP'yî dibin hevpar 'qanûn' tên jibîrkirin!

Berî Riha bibe şaredariya bajarê mezin, Îdareya Taybet a Bajêr bêyî bedêl cihê navenda kongreyê tahsîsî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê kiribû. Dema Serokê Odeyê Sabrî Ertekîn bi tawanbariya "FETO"yê hat girtin, Şaredariya Halîliyeyê jî got "derqanûnîtî" heye û xwest navend bê îadekirin. Lê dema xizmê Serokê Şaredariyê wek qeyûm tayînî odeyê bû, "derqanûnîtî" hat jibîrkirin û şaredarî bû hevparê odeyê.

Nûçeyê bixwîne

Leşkeran gefa 'çandiniyê xwe rakin em dê çiyê bişewitînin' li Lîceyîyan xwar

Li Lîcê bi tevlêbûna deh hezaran leşker, polîs û cerdevanan operasyon didome. Leşker zarê li welatiyan dike ku gund û mezrikên xwe vala bikin. Leşkeran gefa "Çandinî û mahsulên xwe rakin. Em dê hemû çiyê bişewitînin" li welatiyên Lîcê xwar.

Nûçeyê bixwîne

Her çi qas reqabet tune be, dîsa jî dergûşên textîn çêdike

Abdullah Gorenê ku li Silopiyayê hostetiya tiştên textîn dike, her çi qas wek berê daxwaza ji bo dergûşên textîn tune be, lê dîsa jî wan çêdike. Yekane daxwaza Goren ew e ku, çêkirina van dergûşên ku di çêkirina wan de madeyên kîmyewî nayên bikaranîn, hînî hin kesan bike.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 148 / 830