Rojane

TSK'ê Efrînê bombe kir: 4 sivîl birîndar bûn

Leşkerên TSK'ê û komên girêdayî TSK'ê, bi tang û topan êrîşî navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û Şehbayê kirin. Di êrîşê de 4 sivîl birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

YPJ: Em dê Reqqayek paqij diyarî gelan bikin

Di operasyona Reqqayê de şervanên YPJ'ê jî cihên xwe digirin, yek jî fermandarên YPJ'ê Fîdan Kobanê ya di operasyonê de li dijî DAIŞ'ê şer dike, diyar kir ku ew ê Reqqayê azad bikin û got "Em ê hişmendiya qirêj di dilê wê de tune bikin û Reqqayê diyarê gelan bikin."

Nûçeyê bixwîne

KNK'ê desteserkirina mal û milkên Asûrî-Suryaniyan şermezar kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), desteserkirina dêr, keşîşxane, erd û zeviyên Asûrî-Suryaniyan ji aliyê hikûmetê ve şermezar kir.

Nûçeyê bixwîne

‘MEB nifşên girêdayî bîrdoziya îktîdarê digihîne'

MEB'ê li her dibistanê mecbûriyeta vekirina mescîdê ferz kir. Teroriya tekamûlê ji mufredatê derxist û biryara vekirina Lîseyên Îmam Xetîbê yê nû dan. Ev bû cihê bertekan. Seroka Şaxa Egîtîm-Sen'a Edeneyê Seçîl Sonmez bal kişand ser perwerdehiya îktîdarê. Serokê PSAK'ê Şukru Şahîn jî nêzîkatiya dewletê ya cudahiya navbera olan şermezar kir.

Nûçeyê bixwîne

Beştaş: OHAL'a niha rêveberiya awarte jî derbas kir

Parêzer Mesût Beştaş ku 27 sal in parêzeriyê dike, pêvajoyên ku heta niha dîtine da ber hev û diyar kir ku OHAL'a îro hîn bêtir sîrayetî civakê dike û pêkanînên wê ji yê rêveberiya awarte jî dijwartir in.

Nûçeyê bixwîne

Li hemberî germahiyê zêde zêde avê û dewê şor vexwin

Dr. Selma Gungor, têkildarî germahiya zêde ya demsala havînê, xwest ku kes saet di navbera 11:00 û 15:00'an de dernekeve derve û zêde av bê vexwarin û mast bê xwarin.

Nûçeyê bixwîne

Endamên DAIŞ'e yên li Hatayê hatin girtin li ku ne?

Endamên DAIŞ'ê yên li ser sînorê Altinozu û Yalyadagi yên Hatayê re derbasî Tirkiyeyê bûn, tê îdiakirin ku dê êrîşên bombeyî pêk bînin. Kesekî ku berê bazirganiya sînor dikir, aşkera kir ku endamên rêxistinê bi rêk û pêk di sînor re tên derbaskirin û piştrast kir ku beyî xebera çawîşên pispor û fermandarên qereqolê, çivîk jî li ser sînor re nafire.

Nûçeyê bixwîne

DAÎŞ'ê li Mûsilê 32 sivîl kuştin

Endamên DAIŞê li herêma bajarê kevn ê Mûsilê êrişî sivîlan kir. Di êrişê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 32 sivîl hatin kuştin.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm Dersim daxist, Tûncelî daliqand

Bi fermana qeyûm tabelaya Şaredariya Dersimê hat daxistin û li şûna wê ya ku Şaredariya Tûnceliyê li ser nivîsandî hat daliqandin.

Nûçeyê bixwîne

Polis: Gorê xera bike
Operatorê Kepçeyê: Xera nakim

Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê, polîs û leşkeran ji operatorê Kepçeyê xwest gorên kesên li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan xera bike. Operatorê kepçeyê jî bertek nîşanî wan da û got "Ez xera nakim" û piştre ji ser goristanê vegeriya.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 160 / 830