Rojane

Aryen Tv dest bi weşanê kir

Aryen Tv, li Stockholmê bi boneya nûçeyên Kurdistan û Îranê dest bi weşanê kir.

Nûçeyê bixwîne

Siyaset li Serokwekîlê Koma HDP'ê Yildirim qedexe kirin

Dadgehê li Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim bi hinceta gotiye "Padîşahê genî yê li Qesrê" bi îdiaya “heqaret li serokomar kiriye", cezayê qedexeya siyasetê birî. Dadgehê dîsa 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Yildirim birî. Parêzeran biryar îtîraz kirin.

Nûçeyê bixwîne

Di bûyera binçavkirinê de çek hatin teqandin: Welatî û polîsek birîndar bûn

Li navçeya Rezan a Amedê, polîsan xwest welatiyekî binçav bike. Malbata ciwan li dijî binçavkirinê bertek nîşanî polîsan da. Di hewldana binçavkirinê de alozî deret û çek hatin teqandin. Di pevçûnê de yek jê polîs 2 kes birîndar bûn. Endamên malbatê yên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Li Maltepeyê Platforma Demokrasiyê ava bikin'

Berdevkê CHP'e Bulent Tezcan diyar kir ku wan di Meşa Edaletê de civîna xwe ya yekemîn a Meclisa Partiyê li dar xistiye, aşkera kir ku platformeke ku hemû Tirkiyeyê hembêz bike li pêşberê wan e, Platforma Demokrasiyê ya Mezin jî wekî hevdîtinê pênase kir. Tezcan bal kişand ser derbeya 15'ê Tîrmehê jî û wiha axivî: "Derbeya esasî derbeya 20'ê Tîrmehê ye."

Nûçeyê bixwîne

Gulseren Yolerî bû Seroka ÎHD’a Stenbolê

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê 4’emîn kongreya xwe pek anî. Di hilbijartinê de Gulseren Yolerî bû Seroka ÎHD'a Stenbolê.

Nûçeyê bixwîne

Kes nikare meşa me rawestîne

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û kesên pêre xwestin li ber Girtîgeha Kandirayê daxuyaniyê bidin, lê hatin astengkirin. Kemalbey got ku "Yuksekdag vîna gelên li Tirkiyeyê ye" û wiha pê de çû: "Di serî de jin, divê hemû gelê me xwedî li doza Yuksekdag derkeve. Em ê îro şûn de jî vê meşa xwe bidomînin."

Nûçeyê bixwîne

Velî Saçilik: Em dê her dem li vir têbikoşin

Çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ya greva birçîbûnê di roja 117’an de didome. Koma ku piştirî da Gulmen û Ozakça rastî êrîşa polîsan hat. Velî Saçilik, helwesta polîsan şermezar kir û got: "Em dê li diji helwesta keyfi li vir di ber xwe bidim.

Nûçeyê bixwîne

Fermandarê cerdirmeyan ji C.Ş. re got tu çima xwe rezîl dikî

Mehmet Şakîr ê li navçeya Panosê îşkence li hevjînê xwe C.Ş. kir, hevjîna wî C.Ş. bi dîmenan serî li Fermandariya Cendirmeyan a Panosê da. Lê leşkeran ev bersiv dan C.Ş.: "Tu çima vîdeoyeke ew qas qirêj parve dikî û xwe rezîl dikî."

Nûçeyê bixwîne

Şaredar Nurhayat Altun nehat berdan

Rûniştina doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun ku girtî tê darizandin û 22.5 sal ceza jê tê xwestin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê hat dîtin. Altun ku 8 mehin girtîye nehat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Destûr nedan HDP daxuyaniyê bide

Cendirmeyan destûr neda ku heyeta HDP'ê ya tev li Meşa Edaletê bibe li ber Girtîgeha Kandira daxuyaniyê bide.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 161 / 830