Rojane

Di şerê li Sakarya de kesek mir 3 birîndar bûn

Li Sakaryayê di şerê navabera du koman de kesek mir, 3 kes jî birindar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Penaberên Ezazî: Tu ferqa OSO ji DAÎŞ'ê nîne

Berî demekê Mertalên Firatê di bin navê "Huzûra Tirkiyeyê" de ketibû herêma Ezazê. Penaberên ku ji herêma Ezazê koçî Tirkiyeyê kirin, axivîn. Penaberan diyar kir ku komên Tirkiye piştgiriya wan dike, tu ferqa xwe ji DAÎŞ'ê tune ye, ji ber ewlehiya wan tuneye ew naxwazin vegerin.

Nûçeyê bixwîne

Reqqa kêlî bi kêlî ronî û azad dibe

Bajarê navenda çand, dîrok û zanistê Reqqa, şûna tarîtiya 5 salan cihê xwe ji ronahiyê re berdide. Ev ronahî jî bi destê şervanên QSD’ê pêk tê. Hêzên QSD’ê gav bi gav bajar ji tarîtiyê ronî dikin.

Nûçeyê bixwîne

‘Ne cejn ma û ne jî zarokên ku li deriyê me bixin'

Penaberên sûriyeyî, bi dilekî xemgîn cejnê pêşwazî dikin. Jina bi navê Wehîde Farûq wiha got: "Ne cejn ma, ne cîranên ku em li deriyê wan bidin û ne jî zarokên ku ji bo şekiran li deriyê me bidin."

Nûçeyê bixwîne

Li kesên ku xwestin Komkujiya Enqereyê bi bîr bînin doz hat vekirin

Der barê 69 kesên ku xwestin di yekemîn salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de kesên ku li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin doz hat vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Li girtîgehan ferzkirina 'lêgerîna tazî' didome

Li girtîgehên ku piştî OHAL'ê tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne, ferzkirina "lêgerîna tazî" ku wek binpêkirina rûmetê tê diyarkirin didome.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo biçin nav erdên xwe destûrê ji qereqolê distînin

Niştecihên gundê Minyanîş û Zawîte yên navçeya Çelê ku ji ber operasyonên leşkerî êdî hema bêje nikarin çandinî û sewalvaniyê bikin û ji bo çûyîna nav erdên xwe jî destûrê ji qereqolê dixwazin.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber ku malên wan ên bajar xera bûn vedigerin gund

Welatiyên ku piştî qedexeya Şirnexê malên wan hatin rûxandin, vegeriyan gundê xwe yê 24 sal berê hatibû valakirin û dest bi jiyaneke hevpar kirin. Li gundê ku av û ceryan lê tune ye welatiyan ji nû ve avahiyên xwe çêkirin û karên xwe bi awayekî kolektîf dikin.

Nûçeyê bixwîne

‘Avakirina Modernîteya Damokratîk dê îşkenceyê bişkîne'

Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, balê kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û diyar kir ku Ocalan ne girtiyê Tirkiyeyê bû, girtiyê modernîteya kapîtalîst bû û wiha got: "Têkçûna vî şerî dê bi avakirina Modernîteya Demokratîk pêk bê. Avakirina Modernîteya Demokratîk dê li Îmraliyê îşkenceyê têk bibe."

Nûçeyê bixwîne

Li Midyadê du malbat pevketin: 2 kes mirin

Li Midyadê du malbatan pevketin. Di şerê ku çek hat bikaranîn de 2 kes mirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 189 / 830