Rojane

Platforma Tenduristiyê: Li Sûrê nexweşî belav dibe

Platforma Tenduristiyê ya Amedê li dijî xerakirina taxa Alîpaşa û Lalebêy nerazîbûn nîşan da û diyar kirin ku heke rewşa bêavbûnê li taxan bidome dê bibe sedema nexweşînên giran û ev nexweşîn belav bibe.

Nûçeyê bixwîne

‘Li gorî salên borî îşkence gelekî zêde bûye’

Saziyên wekî ÎHD, TÎHV, Baroya Amed û Odeya Tabîban aşkera kirin ku li di nav 2 salên dawî de, li gorî salên borî îşkence gelekî zêde bûye. Hat gotin bi OHAL'ê re, di hemû qadên jiyanê de îşkence tê dîtin û Tirkiye li gorî peymanên ku îmze kirine jî tevnagere.

Nûçeyê bixwîne

Saziyên çapemeniyê bi KHK'ê girtin û derxistin firotinê

Fona Sigorta ya Mevduata Tasarrufê (TMSF) 8 saziyên çapemeniyê yên bi KHK'ê hatin girtin û Ozgur Radyo û Rojnameya Taraf jî heye derxistin firotinê.

Nûçeyê bixwîne

Li Sûrê bang kirin: Cejnê bi gelê Sûrê re piroz bikin

Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na û Meclîsa Dayikên Aştiyê, bang li hemû aliyên hestiyar kirin û xwestin di rojên 2 û 3’emîn ên cejnê bi gelê Sûrê re cejna xwe pîroz bikin.

Nûçeyê bixwîne

Dadgehê Demîrtaş wek "kesê teşwîqkirî" pênase kir

Dosyaya dozê ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku du carnan tê darizandin, piştî hat xwestin bi doza Yasîn Boru re bibe yek, ji hêla 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hatibû redkirin. Dadgehê biryara xwe aşkera kir û di biryarê de Demîrtaş wekî "kesê teşwîqkirî" hat nîşandan.

Nûçeyê bixwîne

Plan dikin Şirnexê bikişînin Cizîrê

Li Şirnexê piştî qedexeya derketina derve hat ilankirin û xaniyê welatiyan tev hatin xerakirin, li welatiyên Şirnexê forumê daxwazan ên TOKÎ ku li Cizirê tên avakirin hat belavkirin.

Nûçeyê bixwîne

RTUK'ê jî piştgirî da bêhiqûqiya TRT’ê

Piştî civîna Koma HDP'ê ji hêla TRT'ê ve bi zindî nehat weşandin, HDP'ê serî li RTUK'ê da û xwest ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin. Lê RTUK'ê jî piştgirî da bêhiqûqiyê û da zanîn ku ne mecbûr e xebat û daxuyaniyên partiyeke siyasî bên weşandin.

Nûçeyê bixwîne

KCD'ê encamnameya ‘wêrankirinê’ aşkere kir

KCD û Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, encamnameya komxebata “Ji Heskîfê heta Sûrê em wêrankirina bajaran, dîrok, civak, çand û xwezayê rawestînin” bi raya giştî re parve kirin. Di encamnemeyê de ji saziyên sivîl xwestin ku li dijî qirkirin û wêrankirina bajar, xweza, dîrok û şûnwarên li Kurdistanê têkoşîna hevpar bidin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Bûrsayê ber bi Kocaeliyê meşa Edaletê

Meşa Edaletê her ku diçe mezin dibe. Niha jî komek ji Bûrsayê ber bi Kocaeliyê ji bo Edaletê ketin rê. Serokê CHP'a Gemlikê diyar kir ku divê her kes ji bo edaletê dakevin kolanan û têbikoşin.

Nûçeyê bixwîne

Fermandarê Tugayê ji peywirê hat girtin

Fermandarê Tugayê Serheng Şevki Gavenç têkildarî jahrîkirina leşkerên li kişla ya Manîsayê ji peywirê hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 191 / 830